H’emû nûçeSereke

Aram Sargsyan wê namzedê serokwezîrîyê yê “Partîya Komarê be”

Namzedê Partîya Komarê ji bo serokwezîrîyê di hilbijartinên Ermenîstanêye yên pêşerojê de wê serokê partîyê û serokwezîrê berê yê Ermenîstanê (salên 1999-2000 î) Aram Sargsyan be. Li gorî ragîhandina “Armenpress”ê, derheqa wê yekêda Sargsyan di vîdyoyekê de ku li ser rûpela Facebook ê ya partîyê hatîye weşandin, ragîhandîye.
Sargsyan destnîşan kirîye ku “Partîya me di vî warî de demeke dirêj biryar daye û ev mijar wê bi fermî ji bo nîqaşê bê danîn: Ez ê bê guman bibim namzetê serokwezîr û ez difikirim ku ev tiştekî xwezayî ye.Ne usaye ku ez xeyal dikim ku bibim namzetê serokwezîr”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button