H’emû nûçeSereke

Bernameya geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî bernameyeke nû ya 100 mîlyon dolarî li Ermenîstanê dest pê dike

Bernameya geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî li Ermenîstanê bernameyeke hevkarîyê ya nû ji bo salên 2026-2030 a dest pê dike, ku byûcêya wê ya giştî 100 mîlyon dolarê amêrîkî ye.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda nûnera niştecîh ya bernameya geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî li Ermenîstanê Natîa Nasvîlîşvîlyê  dema çalakîyeke merasîmî de ku ji bo salvegera 30 emîn ya çalakîyên bernameya geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî  hatibû lidarxistin, hatîye ragîhandin.

Li gorî wê, bernameya nû di encama şêwirmendîyên berfireh de bi hukumeta Ermenîstanê û alîyên peywendîdar re hatîye pêşxistin û armanc ew e ku pêşveçûnek ku sûdê bide her kesî, nemaze komên herî xeternak, mîsoger bike.

Natîa Nasvlîşvîlîyê destnîşan kirîye ku serkeftina bernameyê li ser hevkarîyekê ye ku li ser bawarî, nirxên hevpar û berpirsîyarîya neteweyî hatîye avakirin û tekezî li ser rola hukumeta Ermenîstanê di qewînkirina sazîyên dêmokratîk, pêşvebirina tevlêbûna civakî û sîyaseta avhewayê de kirîye.

Di dawîya çalakiyê de, Natîa Nasvlîşvîlîyê spasîya hukumeta Ermenîstanê, bexşvan, hevkar, civaka sîvîl û tîma  bernameya geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî kirîye û tekez kirîye ku rêxistin bi tevahî pabend e ku di salên pêş de piştgirîya xwe ji bo gelê Ermenîstanê bidomîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button