H’emû nûçeSereke

Emê bi heman formatê beşdarî hilbijartinên pêş de bibin, lê me hîn biryareke dawî nedaye: Robêrt Koçaryan

Serokê Ermenistanêyî duemîn, serokê bloka  “Ermenîstan” ê, Robêrt Koçaryan ragîhandîye ku ew hîn jî li ser formata ku ew ê beşdarî hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenistanê bibin niqaş dikin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Koçaryan derheqa wê yekêda li civîna çapemenîyê ya ku  29 ê çile  hatîye lidarxistin, gotîye.

Koçaryan her wiha gotîye ewê bi heman formata ku di hilbijartinên sala 2021  ê de beşdar bûne, beşdarî hilbijartinan bibin, lê wana hîn biryareke dawî nedaye.

Serokê Ermenistanêyî duemîn destnîşan kirîye ku ew ê  meha sibatê li ser vê mijarê biryara dawî bidin.

 Dema ku ji Koçaryan hatîye pirsîn ka namzatê wan yê serokwezîrîyê kî ye, ewî bersiv daye ku ew ê destpêka sibatê de ankêtên raya giştî bikin û li gorî encamên wan, ew ê biryar bidin ka kîye namzet.

Serokê Ermenistanêyî duemîn gotîye: “Heger ankêt nîşan bidin ku ez rêber im, wê demê ez ê bibim namzet.Heger derkeve holê ku di hevpeymanîya me de kesek heye ku dikare bêtir dengan bîne, ew ê bibe namzet. Ez ê pir kêfxweş bibim, heger ez nebim namzet, ez ê ji barekî pir mezin xilaz bibim” û her wiha gotîye ku li gorî encamên ankêtên dawî yên ku di medyayê de hatine weşandin, ew niha namzetê herî muhtemel yê serokwezîrîyê ye.

Koçaryan her wiha ew nêrîn anîye ziman ku vê carê şansên çêtir ji bo hevpeymanîyeke berfireh ya muxalefetê hene.

Robert Koçaryan gotîye:”Em niha ji rewşeke çêtir ji ya sala 2021 ê  diçin hilbijartinan.Heger em rêyên wê demê bidin ber hev, em niha ji ya wê demê di rewşek çêtir de nin”.

Hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê wê  hezîrana sala 2026 a  bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button