H’emû nûçeSereke
Êstonya wê li Yêrêvanê balyozxaneyê veke

Êstonya plan dike ku îsal li Yêrêvanê balyozxaneyê veke.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Êstonîyayêyî karên der Margûs Sahkna mîkrobloga xwe ya X de nivîsîye û her wiha li ser hevdîtina bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyane li Bryûsêlê agahî daye.
“Bryûsêl xwedî şîyana yekbûnê ya bêhempa ye.Min bi hevalê xwe yê hêja, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan re hevdîtineke xweber kirîye.Heger ne li cîhekî, em ê îsal dîsa wextê vekirina baylozxaneya Êstonîyayêye li Yêrêvanê bicivin”,- wezîrê Êstonyayêyî karên der nivîsîye.







