Berîya hilbijartinan xuyangeke nû ya bandora hîbrîd: Nazêlî Baxdasaryan

Berdevka çapemenîyê ya serokwezîr Nîkol Paşînyan Nazêlî Baxdasaryanê ragîhandîye ku îdîayên ku di medyayê û torên civakî de belav dibin, dibêjin ku serokwezîr Nîkol Paşînyan destûr daye ku 7 ê nîsanê li Yêrêvanê meşeke civakî ya lêzbîyên, gêy, bîsêksûêl û transgender bê lidarxistin, ne rast in.
“Matêryalê ku tê belavkirin nîşanên destwerdana manîpûlekirina agahdarîya bîyanî hildigire û pêkhateyek ji kampanyayên bandora hîbrîd e”.
Xudanê weşanê Okay Dêprêm, gelek caran agahdarîyên ne pêbawer û manîpûlatîv li ser sazîyên dewletê yên Komara Ermenîstanê belav kirîye, ku hem ji hêla derdorên pispor yên ermenî û hem jî yên navneteweyî ve hatine tomar kirin.
Baxdasaryan posta xwe de wiha dibêje: “Armanca weşanên bi vî rengî ew e ku berîya pêvajoyên hilbijartinê raya giştî ji hev veqetînin û bawerîya bi sazîyên dewletê qels bikin”.







