SerekeSîyasî

Ji Bekûyê heta Skandînavyayê: çawa azêrî cîhana kevinar “desteser” dikin

“Adirbêcan bav û kalên vîkîng, êtrusk, troyan û yên din in…”: ev “encama” ku zanyarên Adirbêcanê gihîştine ye. Piştre, xuya ye ku yên paşîn wê hewaya sar jî wekî adirbêcanî îlan bikin.

Di nihêrîna pêşîn de, dibe ku wisa xuya bike ku tiştê ku tê gotin ji cureya satîr yan jî çîrokên zanistî ye, lê mixabin, qet ne wisa ye. Pirsgirêk ev e ku “bi rastî” dîroknivîsiya Adirbêcanê “digihîje bilindahiyên nû”. Derdikeve holê ku bav û kalên skandînavyayî, norwêcî, vîkîng, êtruskî, troyayî û bi gelemperî hema hemû gelên cîhana kevinar azerî bûne.

Bi vî awayî, lêkolînereke li înstîtuya zimannasîyê ya Nasîmî ya akadêmîya zanistî ya neteweyî ya Adirbêcanê, di gotara xwe ya “zanistî” de, navên kesane yên êtruskî û hêmanên morfolojiya zimannasî bi formên kevnar yên tirkî re berawird dike û bê guman, wan li gorî esilê tirkî (ango Adirbêcanî) şîrove dike. Ji bo civaka zanistî, berawirdkirineke wusa di navbera onomastîk û dîrokê de dibe ku bêwate û bêaqil xuya bike, lê tezên dij-zanistî yên weha berê wek matêryalên zanistî hatine weşandin.

Em bibîr bînin ku êtruskî yek ji wan gelan bûn ku di hezarsala 1emîn ya berî zayînê de şaristaniyeke kevinar efirandin, ku berî Romayê li Nîvgirava Apenînê hebûn û xwezayî ye, tu têkilîya wan bi tirkan re tunebû, bila bi Adirbêcanîyan re jî nebe.

Lê belê, “zanyarên” adirbêcanî xwe bi vê yekê sînordar nakin. Li ser bingeha teza zanistî ya derewîn ya ku ji hêla Tûr Hêyêrdahl ve hatîye  raber kirin, ku li gorî wê bav û kalên vîkîngan û heta Odîn bi xwe ji welatê “Azêr” hatine (baş e ku qet nebe ew ji Bekuyê nehatine), wana Adirbêcan wek welatê vîkîngan îlan kirine.

Wek ku bestekarê Adirbêcanî Galîb Memmedov di hevpeyvîna xwe de qebûl kirîy,azêrî bi zanebûn li kesên navdar yên cîhanê digerîyan da ku dîroka sexte û çêkirî belav bikin: “Me fêm kir ku pêdivî ye ku kesekî navdar tevlî bibe ku raya wî ji hêla tevahiya cîhanê ve bê pejirandin. Bi vî rengî fikira vexwendina Tûr Heyerdahl bo Adirbêcanê derket holê”.

Tûr Hêyêrdahl gelek caran serdana Adirbêcanê kirîye û bi “lêkolînên dîrokî” mijûl bûye, her çend ew hem ji dîroknasîyê û hem jî ji têgihîştina dîroka herêmê pir dûr bûye. Di encamê de, têza ku ewî pêşkêş kirîye bi tevahî li gorî tama Heydar Elîyêv bû, ku di serdanên wî de bi xwe pêşwaziya Tûr Hêyêrdahl kirîye. Hêyêrdahl, bi îşareta destana dîroknas û siyasetmedarê îslandî yê sedsala 13 a Snorî Sturluson, di navbera ya paşîn û pêtroglîfên Gobustanê de “dişibihe” û têoriya esilê vîkîngan ji welatê “Azêr”, ango Adirbêcanê, pêşkêş dike.

Ji bilî bêbingeha eşkere ya vê teoriyê, ew nêrîn jî heye ku serdanên Hêyêrdahl yên Adirbêcanê salên 1981-2000 a de dibe ku bi berjewendîyên şîrketên pêtrolê yên Norvêcî ve girêdayî bin. Di encamê de, vîkîng wek neviyên adirbêcanyan hatine ragîhandin.

Zanayên Adirbêcanê, piştî ku ev têza dijî zanistî zû fem kirin, îro jî wê belav dikin. Yek ji “tîtanên ramana dîrokî” û “doktorên zanistan” yên Adirbêcanê, Seyîd Abasov, di raporekê de ji bo “Beku.TV”, tevî ku ji bêwateya hîpotezên xwe bawer e, behsa nivîsên êtruskî dike, ku li gorî wî, “bi rastî bi zimanê tirkî yê kevinar hatine nivîsandin”, bi bawerî behsa kokên adirbêcanî yên vîkîngan dike.

“Lêkolînerekî din”, Îskendêr Tagîyêv, piştrast e ku zimanê Sumerî dişibihe zimanê tirkî, ango adirbêcanî û piştrast e ku bav û kalên vîkîngan 12 000 sal berê, dema ku asta avê pir bilindtir bûye, ji Adirbêcanê “melevanî” kirine û çûne welatê vîkîngan.

Em dîsa tekez bikin: di hawîrdorek zanistî ya cidî de, tezên zanistî yên derewîn yên bi vî rengî wekî bê bingeh û bêwate têne dîtin. Lê belê, di heman demê de, propagandaya ku bi piştgiriya dewleta Adirbêcanê tê kirin, wana li ser platformên akademîk yên navneteweyî belav dike, û mixabin hejmara weşanên bi vî rengî sal bi sal zêde dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button