
Wezîreta darayîyê ya Herêma Kurdistanê 27 barhilgir alîkarîyên din ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê şandine.
Berdevkê wezîreta darayîyê ya Herêma Kurdistanê Huner Cemal eşkere kirîye ku alîkarî ji nêzîkî 9 hezar pakêtên xwarinê pêk tên ku giranîya her yekê 26 kîlogram e.
Huner Cemal di konfêranseke rojnamegerîyê de li derîyê sînorî yê pêşabûrê ragîhandîye ku alîkarîyên wezîretê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê gihîştine û wê di demeke herî nêzîk de ji derîyê sînorî derbaa bibin.
Li gorî gotina Huner Cemal, alîkarî bi giştî ji 8 910 pakêtên xwarinê pêk tên ku bi rêya 27 barhilgiran wê bigihîjin Rojavayê Kurdistanê.
Berdevkê wezîreta darayîyê ya Herêma Kurdistanê amaje pê kirîye ku giranîya her yek ji pakêtên xwarinê 26 kîlogram e ku hemû xwarinên sereke li xwe digirin û bi giştî 230 tonin.
Wek ku Huner Cemal gotîye, dema ku bigihîjin Rojavayê Kurdistanê, alîkarî wê ji alîyê dezgeha xêrxwazîyê ya Barzanî ve li ser malbatên heqdar û koçberan bên belavkirin.
6 ê kanûna paşin, çekdarên artêşa ereban ya Sûryayê êrîşî taxên kurdan yên Helebê kirine.
Pişt re, ev êrîş li seranserê herêmên rêveberiya xweser belav bûne û ji ber vê yekê bi hezaran welat koçberî herêmên aram yên Rojavayê Kurdistanê bûne.
Tevî ku agirbest hatîye ragîhandin û rêkeftin hatîye îmzekirin jî, hîn jî pêdivîya van koçberan bi alîkarîyên lezgîn heye.
Koçber li dibistan û mizgeftên Hisîçayê, Qamişloyyê, Amûdê û Dêrika Hemkoyê hatine bicîhkirin.
Li gorî zanyarîyan nêzîkî 250 hezar kes koçberî Rojavayê Kurdistanê bûne.







