
Hevseroka nivîsîngeha têkilîyên der ya rêveberîya xweserîya demokratîk ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûryayê Îlham Ahmede hûrgilîyên pêvajoya tevlîhevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûryayê û birêvebirîya dewleta re eşkere kirîye û behsa civîna wan ya hevpar bi alîyên amêrîkayî û hukumeta Sûryayê re kirîye.
Îlham Ahmede civîna hevpar ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Demokratîk Mezlûm Ebdî û wezîrê Sûryayêyî karen der Aş Şaybanî bi wezîrê Amerîkayeyî Karen der Marko Rûbîo re wek civîneke berhemdar wesifandîye.
Amaje jî daye ku di hevdîtinan de pêvajoya tevlîhevkirina hêzan hatîye niqaşkirin û Amerîkayê tekez kirîye ku ew çavdêrîya wê pêvajoyê dike û amadebûna xwe ji bo çareserkirina her pirsgirêkeke ku derkeve holê nîşan daye. Herwesa derketina şandên HSD û hukumeta Sûryayê bi yek şandê jî ji civaka navneteweyî re peyama xurt ya yekîtîyê bûye.
Derheqa mexanîzma tevlihevkirina hêzan de jî ragîhandîye ku pêvajoya tevlîhvkirinê hatîye destpêkirin û niha hêz ji qadên şer vekişîyane û li xalên dîyarkirî binecîh bûne. Herwesa lihevkirin çê bûye ku hêzên HSD ê wek sê firqeyan li parêzgeha Hesekê û lîwayek li Kobanîyê di çarçoveya wezîreta berevanîyê ya Sûryayê de bên rêkxistin û nav û zanyarên endamên wê hêzê li hev tên guhertin û dibin parek ji menzûma berevanîyê ya Sûryayê.
Îlham Ahmedê îtîraf kirîye ku di wê peymanê de peyva rêveberîya xweser tune ye, lê tekez jî kirîye ku dezgehên xizmetkarîyan nayên hilweşandin, belkî wê tevlî dezgehên dewletê bibin, bi awayekî ku nenavendîbûnê biparêze û li ser xizmetkirina şênîyên deverê berdewam bin.
Li ser hebûna rêber û çekdarên PKK ê di nav refên HSD ê de û şertên derketina wan de jî ragîhand ku di vî warî de pêngavên kiryarkî û girîng hatine avîtin û ew bi alîyên peywendîdar re li ser vê mijarê dixebitin. Amaje jî da ku, vê mijarê têkilîyeke bi pêvajoya aşîtîyê li Tirkyayê re jî heye, lê tekez kirîye ku ew pabendî wê yekê ne ku nabe hincetekê bi tu alîyekî bê dayîn ku wê peymanê têk bide.
Îlham Ahmede haydarî li ser hebûna gotareke kerb û kînê jî daye ku bizavê dike di navbera pêkhateyên kurd û ereb de pirsgirêkan çê bike û eşîran teşwîq bike. Wê bang li pêkhateya ereba kirîye ku nebin sotemenîya şerekî ku ne di berjewendîyên wan de ye, ji ber ku hin alîyên herêmî û medyayên dîyarkirî ji bo vê têkdanê pereyan xerc dikin.
Îlham Ahmedê bang li hukumeta Sûryayê jî kirîye ku wek pêngaveka çêkirina bawerîyê, tavîlê dorpêça li ser bajarê Kobanîyê rake, ji ber ku ev ji bo gelê kurd mijareke hestyar e. Amaje jî daye ku nîqaşên li ser mijara perwerdehîyê hîn jî berdewam in û biryar e civînên taybet li ser bên lidarxistin da ku çarenivîsa xwendikaran bê yekalîkirin: herwesa destnîşankirina parêzgarekê nû ji bo Hesekeyê wekî pêngaveka erênî wesifand.
Îlham Ahmedê li ser wergirtina postên fermî jî piştrast kirîye ku, postên bilind wek alîkarê wezîrê berevanîyê ji Mezlûm Ebdî re hatine pêşnîyar kirin, lê ewî biryar daye ku di hukumeta Sûryayê tu posteke fermî wernegire.Derheqa xwe de jî red kirîye ku eşkere bike ka gelo ji wê re post hatine pêşnîyarkirin yan na.
Îlham Ahmede herwesa ragîhandîye ku tevî guhertinan, têkilîyên wan bi Wîlayetên Amêrîkayeye Yekbûyî re baş û berdewam in, lê awayê wê têkilîyê ji hevparîya leşkerî bo çavdêrîkirina pêvajoya aşîtîyê û bicîhanîna wê peymanê tê guhertin. Tekez jî kirîye ku ew ê wek pareke dewleta Sûryayê tevlî nivîsandina destûra nû û komîtêya destûrê bibin.







