H’emû nûçeSerekeSîyasî

Malbateke ji Kobaniyê hatîye revandin

Malbateke kurd ya ji gundewarê Kobanîyê dema xwest derbazî Libnanê bibe hatîye revandin.

Malbat ji 7 kesan pêk tê û çekdar ji bo berdana wan 35 hezar dolaran dixwazin.

Ebdulah Hebeş, hevjîna wî û 5 zarokên wî xelkê gundê Uwênê yê Kobanîyê ne.

Ew malbat dema ku hewl dida biçin Libnanê, li herêma Tilkelexê ya Himsê ya Sûryayê ji alîyê komeke çekdar ve hatîye revandin.

Qaçaxçî ew radestî çekdaran kirine

Li gorîî, malbatê bi qaçaxçîyekî re li hev kiribû da ku wan derbazî Libnanê bike.

Lê belê qaçaxçî ew malbat li şûna ku derbazî Libnanê bike, radestî komeke çekdara kirîye.

Çekdaran piştî revandinê pêwendî bi mirovên malbatê re danîye û ji bo berdana wan 35 hezar dolar fîdye xwest.

Wêne û vîdeoyên îskenceyê şandine

Xizmên malbatê diyar kirine ku rewşa darayî ya wan ne baş e û ew nikarin wî pereyî bidin.

Hatîye ragihandin ku çekdaran wêne û vîdeoyên îskencekirina malbatê ji xizmên wan re şandine.

Malbata Ebdulah Hebeş bi tirs û fikar çaverê dike û xizmên wan hewl didin dengê xwe bigihînin rêxistinên mafên mirovan.

“Birayê min dixwest derkeve Avropayê”

Birayê Ebdulah Hebeş yê bi navê Mehemed Hebeşê Eto jî bûye mêvanê Rûdawê û li ser mijarê agahî dane.

Mehemed Hebeşê Eto daye zanîn ku birayê wî, hevjîn û zarokên wî 12 ê sibatê ji Kobanîyê derketine û heta Himsê çûne.

Mehemed Hebeşê Eto diyar kirîye ku ew di wê bawerîyê de ne ku malbata birayê wî li Libnanê hatîye revandin û gotîye:

“Birayê min dixwest derkeve Avropayê. Birayê min li Himsê rastî qaçaxçî hatîye.

Çekdaran daxwaza 35 hezar dolaran li me kirine”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button