Alên Sîmonyan bûyerên li dora Îranê ji bo projeya TRIPP ê xeternak nabîne

Serokê parlamênta Ermenîstanê, Alên Sîmonyan bawer dike ku bûyerên li dora Îranê û li Rojhilata Navîn diqewimin ji bo projeya TRIPP ê ne xeternak in.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Alên Sîmonyan li civîna rojnamevanan de gotîye û li ser pirsa gelo pêşketinên li dora Îranê û rageşîya li Rojhilata Navîn dikarin bandoreke neyînî li ser pêkanîna projeya TRIPP ê bikin, axivîye.
“Ez difikirim ku ev ji bo TRIPP ê ne xeternak e. Em ji bo qurbanîyên ku diqewimin pir xemgîn in û em hêvî dikin ku bûyer bi qasî ku pêkan kurttir bibin, ji ber ku ev raste-rast bi cînarê me re diqewime, ku nikare me netirsîne. Di heman demê de, em fêm dikin ku ev mijareke jêopolîtîk ya pir mezin e, dibe ku yek ji şerên herî mezin e, ku spas ji Xwedê re, tu eleqeya wê bi me re tune ye û em hêvî dikin ku ew ê bi tu awayî bandorê li berjewendîyên Ermenîstanê neke”,- Alên Sîmonyan tekez kirîye.
Serokê parlamêntê her wiha rewşeke pir xweş dibîne ku di bin bandora şer de, Ermenîstan û Adirbêcan karibûn bi hev re qiraxên aşîtîyê bibînin.
Alên Sîmonyan di derbarê pirsgirêkên ku Ermenîstan di çarçoveya van bûyeran de pê re rû bi rû ye axivîye û tekez kirîye ku pêwîst e ku meriv tevlî van hemûyan nebe û Komara Ermenîstanê ji her pêvajoyeke ku dikare pêvajoya aşîtîyê xera bike, dûr bimîne.
Sîmonyan derbarê îhtîmala koçkirina ermenîyên îranî bo Ermenîstanê de axivîye û gotîye ku li gorî agahîyên ku ew hene, rewşa niha ne wisa ye ku ermenîyên îranî koç bikin bo Ermenîstanê.
Sîmonyan gotîye:”Niha, tu agahîyên min tune ku gef yan meyleke wisa hebe.Şerê 12 rojî yê di navbera Îsrayêlê û Îranê de di hezîrana sala 2025 a de meyleke wisa tune bûye. Bê guman, di rewşek wisa de planên me hene, lê niha herikîneke wisa tune ye û tune ye”.
Ji 28 ê sibatê ve, Îsrayêlê û Dewletên Yekbûyî êrîşî ser Îsrayêlê dikin û Îranê jî bi êrîşên li ser Îsrayêlê û baregehên leşkerî û tesîsên ênêrjîyê yên Amêrîkayê li welatên herêmê bersiv daye.







