
Reuters ê ragîhandîye ku milîsên kurd yên Îranê di rojên dawî de bi Dewletên Yekbûyî re li ser êrîşên muhtemel yên li ser hêzên ewlehîyê yên li rojavayê Îranê gotûbêj kirine.Li gorî çavkanîyekê di mêdyayê de, ev kom li Kurdistana Iraqê ji bo opêrasyonek muhtemel amadekarîyan dikin ku armanca wan lawazkirina rayedarên Îranê û efirandina derfetek ji bo hêzên opozîsyona welêt e.
Ajansên fermî yên amêrîkî hin li ser vê agahîyê şîrove nekirine, lê tê zanîn ku serok Donald Tramp bi rêberên herêma xweser ya Kurdistana Iraqê re bi rêya têlefonê axivîye.Zanyarê sîyasî Hakob Badalyan ji «Radilur» ê re axivîye û nerîna xwe anîye ziman ku ev tê wê wateyê ku Tramp mijarên girîng hene ku bi wan re nîqaş bike.
“Em fêm dikin ku ev axaftina girîng wê li ser Îranê û bi taybetî li ser karanîna yekîneyên çekdar yên kurd li dijî Îranê be û di vî warî de gelek agahî jî hene ku nehatîne înkarkirin.Bi taybetî, ajansa îstixbarata navendî jî hewil dide ku çekan bide yekîneyên tirk.Her wiha, çavkanîyên cûda di vê heyamê de, berî ku şerê li dijî Îranê dest pê bike jî weşandine ku komên çekdar yên cûre-cûre li ser sînorê bi Îranê, li herêma Kurdîstana Iraqê, kom dibin, ku wê ji bo opêrasyoneke bejayî ya muhtemel li dijî Îranê bên bikar anîne”.
Zanyarê sîyasî dibêje, daxuyanîya alîyê amêrîkî ku ew niyeta wan tune ku dê yûrê tu çalakîyek bejayî li dijî Îranê bikin,tenê behsa artêşa amêrîkî dike, lê yekîneyên kurdî dikarin eniyeke nû ji bo opêrasyonên leşkerî vekin û bibin amûrek li dijî Îranê.
“Îro agahî hebûn û ew ji hêla medyaya îranî ve hatine belavkirin. Û heger medyaya îranî agahîyan belav dike, wê hingê herî kêm ew erêkirina sîyaseta dewletê heye ku êrîş li ser cihên wan yekîneyên kurdî li Kurdistana Iraqê, li nêzîkî Silêmanîyê, hatine kirine. Bi gotineke din, guman tune ku ew yekîne hene, ew jî berî şerê li dijî Îranê hatine nûkirin, kom bûne û ez dubare dikim, em li vir behsa yekîneyên kurdî dikin, lê bê guman, di bin wê pakêtê de tenê cûre-cûre têrorîstên kirê hene, ku wek ku em dizanin, bi deh hezaran li wê herêmê belav bûne”.
Îranzan Janna Vardanyan hevpeyvîna ligel «Radilur» ê destnîşan dike ku kurdên Îranê, Tirkîyayê û Sûryayê gelek cudahî hene û dijwar e ku meriv pêşbînî bike ka kî wê beşdarî çalakîyên gengaz yên li dijî Îranê bibe.
“Di vî warî de, mimkun e ku em tenê behsa aktîvkirina kurdên Îranê bikin, lê dîsa jî divê em li bendê bin da ku fêm bikin ka ew ê çi qas mezin be, ji ber ku kurdên Îranê qet ew xwestek yan jî asta bilind ya cudaxwazîyê tunebûn ku li herêmên ku kurd lê dijîn yên welatên cînar hebûn”.
Janna Vardanyan bawer dike ku aktîvkirina muhtemel ya komên kurd wê bi sozên Dewletên Yekbûyî û Îsrayêl û piştgiriya ku ew ê bidin wan ve girêdayî be.
“Bi rastî, ewana berê li ser axa Îranê hin çalakî kirine, heta bi awayê sabotaj yan kiryarên têrorîstî yên piçûk. Dibe ku ew eleqedar bibin û di vê rewşê de derfetek ji bo bidestxistina xewnên xwe yên delal bibînin, ango dibe ku ew derfetek bibînin ku bo nimûne, dibe ku hin xwestekên wan ji bo xweserîyê hebin, lê ev hemû li ser armancên pir demdirêj e û zehmet e ku meriv tenê ji vê rewşa heyî texmînên weha bike û li ser planên wusa dûr-dirêj biaxive”.
Li gorî zanyarê sîyasî Hakob Badalyan, kurd bi şer ne mimkûn e ku tu qonaxek sîyasî ya cidî bi dest bixin.
“Lê belê, bi xwezayî, Dewletên Yekbûyî û Îsrayêl bi tu awayî bi vê yekê eleqedar nînin. Wek ku min behs kirîye, ew bi awayekî mercdar dixwazin li dijî Îranê eniyeke duyemîn bi dest bixin û pergala hukumeta Îranê bi eniyeke zêde bar bikin û li vir kurd, ez difikirim, ne ku bi tundî bêjim, lê herî zêde ew ê di şer de di rola qesabekî de xuya bibin”.
Hakob Badalyan bi bîr tîne ku faktora kurd ne cara yekem e li herêmê li dijî dewletekê yan dewletekê tê bikar anîn. Ew pêşî di şerê li dijî Tirkyayê, paşê jî li dijî Sûryayê de amraz bûne. Wekî din, zanyarê sîyasî tekez dike ku di her du rewşan de jî yên paşin tenê soz û garantî wergirtine ku ew ê derfeta avakirina xweseriyê hebe.







