Ji 47 selefê beşdaran bawer dikin ku Ermenîstan bi gelemperî di rêça rast de diçe: înstîtûta komarparêzan ya navneteweyî

Li gorî daneyên navenda lêkolînên ankêtan ya înstîtûta komarparêzan ya navneteweyî, dema ku ji welatîyan hatîye pirsîn “Gelo Ermenîstan bi gelemperî di rêça rast yan xelet de diçe?”, ji 47 selefê welatîyan bersiv dane ku Ermenîstan di rêça rast de diçe.
47 selef di rêça rast de ne, 41 selef d rêça xelet de ne û 11 selefê beşdaran zehmetî kişandine yan jî red kirine ku bersivê bidin ka Ermenîstan di rêça rast yan xelet de diçe.
“Îro li Ermenîstanê pirsgirêkên sereke çi ne?” Çend mijar hatine destnîşankirin: pirsgirêkên ewlehîya neteweyî û sînor, bêkarî, bihayên bilind, mûçeyên kêm.
Çarçoveya vê mijarê de, înstîtûta komarparêzan ya navneteweyî berawirdkirinek di navbera daneyên ankêtê yên 4 salên dawî de raber kirîtye.Li gorî wê, kanûna sala 2023 a de 43 selefê beşdaran pirsgirêkên ewlehîya neteweyî û sînor wek pirsgirêka sereke, îlona sala 2024 a de ji 41 selefê beşdaran ev yek wek pirsgirêk, hezîrana sala 2025 a de 44 selefê beşdaran û sibata sala 2026 a de, rêjeya kesên ku pirsgirêkên ewlehîya neteweyî û sînor wek pirsgirêka sereke bi nav dikin nîvî kêm bûye û gihîştîye 21 selefî.







