Ermenîstanê alîkarya mirovî şandîye Îranê

Komara Ermenistanê alîkarîya mirovî ji Komara Îranêye Îslamî re şandîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê,derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di dema rûniştina komîtêya têkilîyên der ya parlamêntê, dema ku raporta çalakîyên sala 2025 a raber dikir, gotîye.
Mîrzoyan, bersiva pirsa, parlamêntvana ji bloka “Ermenîstan” ê Krîstîne Vardanyanê daye û gotîye: “Ez dixwazim we agahdar bikim ku Komara Ermenîstanê alîkariya mirovî ji Komara Îranêye Îslamî re şandiye, bi piranî derman”.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandibû ku Ermenîstan amade ye ku bi însiyatîva xwe alîkarîya mirovî bişîne Îranê, heger pêwîstîyeke wisa çêbibe.
Nîkol Paşînyan gotîye: “Komara Îranêye Îslamî ne hewce ye ku ji bo alîkarîya mirovî bi me re têkilîyê dayne, ji ber ku heger em bi xwe bibînin ku hewcedarîyeke mirovî heye ku em dikarin piştgirîyê bidin, em ê wê gavê bavêjin”.







