SerekeSîyasî

Pêvajoya aşîtîyê li Îmralîyê kûr dibe: avahîya nû ya Ocalan amade ye

Hevserokê giştî yê DEM Partîyê Tûncêr Bakirhan piştrast kirîye ku li girava Îmralîyê ji bo Abdûlah Ocalan avahîyeke nû hatîye avakirin.

Bakirhan destnîşan kirîye ku divê nav û statûya vê avahîyê bê zelalkirin.

Li gorî agahîyên Rûdawê, ev avahî wek komplêkseke mezin hatîye çêkirin ku tê de cîhê hevdîtinan, ofîsa xebatê, pirtûkxane û qada werzîşê hene.

Ocalan şertê  “statûya sîyasî” danî

Her çi qas avahî amade be jî, jêdereke ji DEM Partîyê ji Rûdawê re ragîhandîye ku heta statûya Abdollah Ocalan neyê dîyarkirin, ew ê li cîhê xwe yê berê bimîne.

Ocalan dîyar kirîye ku heta statûya wî wekî “danûstandinkar” bi fermî neyê naskirin, ew amade nîne derbazî cîhê nû bibe.

Oztûrk Tûrkdogan: mînaka Nêlson Mandêla li pêşîya me ye

Hevserokê komîsyona hiqûqê ya DEM Partîyê Oztûrk Tûrkdogan bal kişandîye ser mînakên cîhanî û gotîye:

“Her dem mînaka Nêlson Mandêla tê bîra min. Mandêla berî ku azad bibe, cîhê wî hate guherandin û di nava şertên guncav de pêvajoya aşîtîyê birêve bir. Ez bawer dikim ku niha li vir jî heman tişt çêdibe”.

Taybetmendîyên avahîya nû

Li gorî hûrgulîyên ku ketine destê Rûdawê, Ocalan di vê avahîya nû de wê bikaribe herî kêm 15 kanalên têlêvîzîyonê temaşe bike.

Her wiha wê girtîyên din yên li giravê wek sêkrêtarya car caran li gel wî bin.

Di beşeke din ya komplêksê de jî wê pasewan û xebatkarekî tenduristîyê bimînin.

Meryem Agar: geşedaneke ku her kes li bendê bû

Parêzera Komeleya Hiqûnasên Azad (OHD) Meryem Agarê jî dîyar kirîye ku ev di pêvajoya çareserîyê de geşedaneke girîng e.

Ewê bi bîr anîye ku sala 2014 a dadgeha mafên mirovan ya Avropayê (DMME) li ser binpêkirina mafên Ocalan biryarek dabû.

Hatîmogûlarî: Li Îmralîyê avahî hatîye çêkirin lê ya giring statûya Ocalan e

Hevseroka Giştî ya DEM Partîyê Tûlay Hatîmogûlarî jî piştrast kirîye ku li girava Îmralîyê ji bo Abdûlah Ocalan avahîyeke nû hatîye avakirin.

Hatîmogûlarî gotîye ku daxwaza wan ya sereke ne tenê guherîna cîhê fîzîkî ye lê divê statûya Ocalan wek “serokê danûstandinkar” di çarçoveyeke yasayî û hiqûqî de bê naskirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button