H’emû nûçeSereke

Peywendîyên me bi Rûsyayê re pir kûr û girîng in:serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dîyar kirîye ku têkilîyên bi Rûsyayê re kûrin û nayên pirsîn, di heman demê de destnîşan kirîye ku Ermenîstan niha hewil dide ku rojevên hevkarîyê bi Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê re bike yek. Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan di hevdîtina xwe ya bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re destnîşan kirîye ku têkilîyên dualî bi awayekî dînamîk pêşve diçin.

“Têkilîyên me bi Fêdêrasîyona Rûsyayê re ji bo me pir kûr û pir girîng in”,-ewî gotîye.

Li gorî serokwezîr, di şert û mercên rastîyên nû yên li herêmê de, dema ku aşîtî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye damezrandin, ev pêvajo bandoreke erênî li ser têkilîyên Ermenîstanê-Rûsyayê jî dike.

Paşînyan her wiha girîngîya hevkarîya aborî tekez kirîye û destnîşan kirîye ku ji serxwebûna Ermenîstanê ve cara yekem e ku girêdana rîya hesin bi Rûsyayê re bi rêya axa Adirbêcanê ve tê kirin. “Em ji Rûsyayê îtxal dikin û ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de em ê îxracatê jî bikin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button