H’emû nûçeSereke

Ermenistan di çaryeka yekem ya sala 2026 a de hejmareke rêkorda ya tûrîsta tomar kirîye

Sê mehên pêşin yên sala îsal de, 453 138 tûrîst serdana Ermenîstanê kirine. Ev hejmar ji rêjeya ku di heman serdema sala borî de hatîye tomarkirin ji  18,2 selefî zêdetir e.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan vîdyoya ku li ser rûpela xwe ya Facebook ê  weşandîye, ragîhandîye.

Papoyan destnîşan kirîye ku Ermenîstanê di sêktora tûrîstîyê de encamên pir baş bi dest xistîye.

Wezîrê aborîyê bi hûrgilî gotîye:”Bi taybetî, sê mehên pêşin yên îsal de 453,138  tûrîst hatine Ermenîstanê. Ev ji 18,2 selefî  yan jî ji heman serdema sala borî 70 hezarî zêdetir tûrîstane”.

Gevorg Papoyan destnîşan kirîye ku ev di dîroka statîstîkên  tûrîstîyê yên Ermenîstanê de reqemek e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button