SerekeSîyasî

Pispor: heger Îran bijarteyeke din nemîne, wê çekên navokî çêbike

Zanyarê sîyasî yê Îranî Pûya Hosêynî  hevpeyvîna bi peyamnêrê NEWS.am re gotîye Îran ji bo her tiştî amade ye:heger bijarteyeke din nebe, ew ê ji bo parastina xwe çekên navokî biefirîne.

“Hêzên çekdar yên Îranê baş dizanin ku heger danûstandin bi ser nekevin, dibe ku çalakiyên leşkerî ji nû ve dest pê bikin.Artêşa Îranê bang li danûstandkaran kirîye ku bi bawerî berjewendîyên welêt pêşve bibin û ji wan re piştrast kirîye ku ew amade ne ku heger pêwîst be şer bidomînin.”

Dewletên Yekbûyî dixwest bi danûstandinan tiştê ku bi şer nikarîbû bi dest bixe, bi dest bixe. Wekî din, pozîsyona danûstandinê ya Têhranê hewîn e, ji ber vê yekê şertên Dewletên Yekbûyî red kirine, ji ber ku fêm kirîye ku danûstandinên yekalî çênabin.

Hosêynî destnîşan kirîye ku “Dewletên Yekbûyî hîn jî hewil dide ku bi Îranê re ji pozîsyoneke dîktatorî biaxive.Divê ew fêm bikin ku tenê vebijarkeke lihevkirinê dikare bixebite, wekî din derketina ji şer wê her ku diçe dijwartir bibe”.

Li gorî wî, dibe ku Amêrîka hewil bide opêrasyoneke bejayî li dijî Îranê bike, hewil bide girav yan jî deverên peravên welêt bigire da ku zextê bike û devtenga Hormuzê veke, lê ev leşker nikarin demeke dirêj li wir bimînin, ji ber ku ew ê raste-rast bibin hedefa êrîşên Îranê.

“Digel ku Tramp behsa amadebûna xwe ya ji bo tunekirina tevaîya şaristanîyekê di şevekê de dike, dibe ku Îran li ser pêşxistina çekên navokî difikire da ku dijminên xwe ji şopandina ramanên weha dûr bixe. Dibe ku Îran neçar bimîne ku gaveke wisa bavêje”,-ewî wiha dawî li axaftina xwe anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button