Ermenîstan û Fransîya wê belgeya hevkarîya stratêjîk îmze bikin

Bi serokatîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mirzoyan, 27 ê nîsanê li Parîzê, civîna serokên mîsyonên dîplomatîk yên Ermenîstanê yên li welat û rêxistinên li herêma Avropayê hatine akredîtekirin, pêk hatîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wezîreta Ermenîstanêye karên der daxuyanîyek weşandîye.
Wezîr Mîrzoyan axaftina xwe ya vekirinê de gotîye: “Cara dawî ku em hemû civîyan, bê guman bi formateke mezin, dawîya tebaxê de bûye, piştî wê gelek bûyer qewimîn, nemaze li parzemîna Avropayê û di têkiliyên Komara Ermenîstanê bi Yekîtîya Avropayê û welatên takekesî re. Hevkarîyên stratêjîk bi gelek welatan re têne niqaşkirin.Nava heftêkê de, em ê bibînin ku belgeyeke ku demeke dirêj e li ser danûstandinan hatîye kirin, wê bi Fransîyayê re bê îmzekirin”.
Wezîr Mîrzoyan behsa çalakîyên asta bilind kirîye ku wê 4-6 ê gulanê li Yêrêvanê civînên bilind yên civaka sîyasî ya avropî û Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û çalekîya “Dîyaloga Yêrêvanê” bê lidarxistin.
Sêkrêtarê giştî yê wezîreta karên der Davît Karapêtyan li ser xebatên amadekarîyê yên ji bo “Dîyaloga Yêrêvanê” û rêgezên sereke yên niqaşan axivîye.
Wezîr Mîrzoyan pêvajoya pêkanîna bernameyên girêdana herêmî bi beşdarîya Ermenîstanê û her weha xebata ku bi hevkarên navneteweyî re ji bo pêşxistina tora binesazîya aborî û veguhastinê tê kirin, raber kirîye.
Alîyan li ser pêvajoyên normalîzasîyakirin û pêşxistina têkilîyên bi cînara re, tevî gavên ber bi sazûmankirina aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, axivîne.
Wana li ser pêşketinên herêmî û navneteweyî û pirsgirêkên heyî nêrînên xwe parve kirine.
Niqaşê de her wiha li ser destpêşxerîyên ji bo baştirkirina xizmeta dîplomatîk, tevî pêşnîyarên guhartinên qanûna Ermenîstanê “Li ser xizmeta dîplomatîk” ji bo vê armancê, niqaş hatine kirin.







