H’emû nûçeSereke

Hevaltîke  hewayê  firînên birêkûpêk ji Sankt Pêtêrbûrgê ber bi Yêrêvanê dest pê dike

Hevaltîya hewaye  “Aêroflot” wê ji 3 ê hezîran  firînên birêkûpêk ji Sankt Pêtêrbûrgê ber bi paytexta Ermenîstanê dest pê bike.Derheqa wê yekêda sêrvîsa çapemenîyê ya balafirgeha “Pûlkovo” yê elam kirîye.

Firîn wê hevtê 3 cara bê kirin: roja çarşemê, înîyê û yekşemê. Destpêkirin ji “Pûlkovo” yê seheta 20:05 be. Dema firînê wê 4 sehet 10 deqe be.

 “Aêroflot” wê bibe balafirgeha di vî warî de ya sêemîn. Niha, bi saya firînên balafirên “Rosîya û «FlyOne Armenia” yê, her roj firîn ber bi Yêrêvanê ve gengaz e.

Ev rê bi awayekî domdar di navnîşa cîhên navneteweyî yên herî popûlyar de ji “Pûlkovo” yê tê hesibandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button