Tenê Ermenîstan dikare biryara derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bide

Meseleya statûya Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de tenê dikare ji alîyê Ermenîstanê ve bê niqaşkirin. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
Paşînyan li ser mijara endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de jî destnîşan kirîye ku li gorî rêziknameyên yekîtîyê, biryara vekişîna ji dewleteke endam tenê ji alîyê dewleta têkildar ve tê dayîn.
Serokwezîr gotîye: “Tenê Ermenîstan dikare li gorî rêziknameyên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî li ser mijara statûyê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî yê de niqaş bike. Endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî tenê dikare biryar bide ku derkeve, pêvajoyek din tune. Em dikarin li ser her mijarekê niqaş bikin û ez texmîn dikim ku dibe ku pirsên hevkarên me hebin û em ê bersiva hemû pirsan bidin”.
Cîgirê serokwezîrê Fêdêrasîyona Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk hevpeyvîna bi TASS re ragîhandibû ku di civîna konsêya bilind ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ku wê 29 ê gulanê li Astanayê bê lidarxistin, serokên welatên endam wê mijara statûya Ermenîstanê di yekîtîyê de nîqaş bikin.







