SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî: divê li Sûryayê mafên kurdan bên parastin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) civîyane.

Li gorî daxuyanîya hukumeta Herêma Kurdistanê, her du alî li ser girîngîya parastina ewlehî û aramîya Sûryayê û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan hevnêrîn bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  Fermandarê Giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî qebûl kirîye.

Rewşa Sûryayê û pirsa kurda

Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyanîyek belav kirîye.

Di daxuyanîyê de hatîye diyarkirin ku di hevdîtinê de derbarê guherîn û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Sûryayê û pirsa kurdan ya li wî welatî  hatine guhartin.

Di beşeke din ya daxuyanîyê de hatîye destnîşankirin ku her du alî li ser girîngîya parastina ewlehî û aramîya Sûryayê û parastina mafên gelê kurd û hemû pêkhateyan hevnêrîn in.

Mezlûm Ebdî bi Nêçîrvan Barzanî re jî civîyaye

Ev civîn piştî wê yekê hatîye ku  li serokatîya Herêma Kurdistanê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî civîyabûn.

Serokatîya Herêma Kurdistanê li ser wê civînê jî daxuyanîyek belav kiribû.

Li gorî daxuyanîyê, di civînê de rewşa Sûryayê û kurd û pêkhateyên li wî welatî hatine gotûbêjkirin.

Her wiha li ser bipêşketinên herêmê, girîngîya parastina aramîyê û rûbirûbûna metirsîyên têrorê bîr û ra bi hev hatin guhertin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button