Peywendîyên me bi Rûsyayê re vekirî û zelalin: Nîkol Paşînyan

Ermenîstan berdewam dike têkilîyên xwe bi Fêdêrasîyona Rûsyayê re tekez û pêş dixe.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di vîdyoyekê de ku li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye,bi îşaret bi sîyaseta der ya hevseng ya Ermenîstanê kirîye.
“Em bi girîngî têkilîyên xwe yên bi Fêdêrasîyona Rûsyayê re pêş dixin û girîngîyê didinê û min jî gelek cara gotîye ku têkilîyên me yên bi Rûsyayê re di qonaxeke veguhêrînê de ne”,- ewî destnîşan kirîye.
Li gorî serokwezîr, ew vê pêvajoyê bi awayeke erênî dinirxîne.
Paşînyan gotîye: “Ez qonaxa veguhêrînê erênî dibînim, ji ber ku, erê, di vê rewşa nû de, em bi Rûsyayê re têkilîyên nû datînin û ez piştrast im ku em ê di vê yekê de biserkevin”.
Ewî tekez kirîye ku yek ji pêşşertên girîng ji bo vê yekê xwezaya vekirî û têkilîyan e. Serokwezîr dîyar kirîye: “Têkilîyên me bi Rûsyayê re vekirî û zelalin, me di wan têkiliyan de tu quncikên tarî xweyî nekirîye”.







