Papoyan destnîşan dike ku Ermenîstan amade ye ku di rewşa sînordarkirinan de bi tevahî hinardekirina ji Rûsyayê ber bi Yekîtîya Avropayê ve biguhêzîne

Li gorî wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan, hukumeta Ermenîstanê berê mîqdara sûbvansîyonên pêwîst ji bo veguhaztina hemû hilberên Ermenîstanê, ku dibe ku hinardekirina wan li bazara Rûsyayê sînordar be, ber bi welatên Yekîtîya Avropayê ve hesab kirîye.
Li gorî wî, salên dawî de, hilberînerên ermenî pirsgirêka kalîteya berheman çareser kirine û niha li gorî standartên navneteweyî yên here bilind in. Gelek çandinîyên serayê yên li komarê xwedî sêrtîfîkatên GLOBALG.A.P. ne, ku lihevhatina bi pêdivîyên avropî re piştrast dikin, ku ne hemû hilberîner hene, heta li welatên Yekîtîya Avropayê jî.
Papoyan gotîye ku hukumetê berê bi nûnerên sêktora çandinîyê re li ser astengîyên sereke yên ketina bazara Avropayê nîqaş kirîye.Ewî destnîşan kirîye ku pirsgirêkên kalîte û qebareya hilberînê hatine çareserkirin, lê pirsgirêka sereke lêçûna lojîstîkê dimîne. Di vî warî de, hukumet li ser mêxanîzmên ji bo piştgirîkirina lêçûnên veguhastin û gumrikê yên hinardekirina bo Yekîtîya Avropayê nîqaş dike.
Wezîr destnîşan kirîye ku hesabên têkildar berê ji hukumetê re hatine raber kirin. Li gorî wî, heta ssênara veguhaztina tevahî ya hinardekirina Ermenîstanê ji Rûsyayê ber bi Yekîtîya Avropayê ve ji bo dewletê ji hêla darayî ve gengaz e, her çend rayedar vê vebijarkê wek êkstrêm û ne gengaz dibînin. Papoyan di derbarê zehmetîyên hinardekarên ermenî li bazara Rûsyayê de şîrove kirîye, bawerîya xwe anîye ziman ku dibe ku hin ji pirsgirêkên heyî piştî hilbijartinên 7 ê hezîranê ji holê rabin. Ewî tekez kirîye ku Ermenîstan niyeta wê tune ku serwêrî û serxwebûnê ji bo avantajên aborî feda bike û divê ji bo hilberên xwe bazarên altêrnatîv hebin.







