H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dixwaze hinardekirina çandinîyê bo Avropayê 5 qat zêde bike û li benda piştgirîya Yekîtîya  Avropayê ye: Papoyan

Wezîreta Ermenîstanêye aborîyê çend bername  raber kirine ji bo piştgirîya hinardekirina berhemên çandinîyê bo Yekîtîya Avropayê û Rojhilata Navîn. Derheqa wê yyekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan, hevpeyvîna bi rojnamevanan re  ragîhandîye.

Li gorî wî, ev yek vegerandina lêçûnên veguhastinê, bacên gumrikê û her weha lêçûnên têkildarî milkê rewşenbîrî (IP) ye.Ewî ragîhandîye ku ji destpêka salê ve, hinardekirina ji Ermenîstanê bo Yekîtîya Avropayê du qat zêde bûye, lê Yêrêvan hin êrîşkartir e û armanc dike ku heta dawîya salê 4-5 caran zêde bike.

Papoyan  zelal kirîye ku him  fêkî û him jî berhemên pîşesazîya hilberandinê bo Yekîtîya Avropayê tên hinardekirin.

“Fêkî û sebzeyên ku ji Ermenîstanê tên hinardekirin, di warê standartên xwe de yek ji sêrtîfîkatên here bilind, sêrtîfîkata global hene. Ev ew e ku li sûpêrmarketên welatên Avropayê tê firotan”.

Lê lêçûnên din jî hene, wek mînak veguhastin. Me bernameyeke piştgirîyê daye destpêkirin û em ê bi awayekî tund subêvansîyonê bidin hilberîneran da ku bikaribin ji bo bazara  Avropayê bihayên reqabetê  raber bikin. Heta dawîya salê, ji bo hinardekirina kulîlkan wê piştgirî bigihêje 5,5 milyon dolarî, ji bo hinardekirina tomat û îsotan -3,5 milyon dolarî. Hinardekirin wê ber bi hemû welatên  Avropayê ve, ji Yûnanistanê bigire heya Almanyayê, bê kirin.

Di heman demê de, Ermenîstan hêvî dike ku piştgirîya darayî ya raste-rast ji Yekîtîya  Avropayê werbigire. Hevkarên avropî soz dane ku di nav 10 mehan de vê pirsgirêkê çareser bikin”,- Papoyan tekez kirîye.

Ewî piştrast kirîye ku kalîteya hilberên Ermenîstanê li gorî standartên here bilind yên him  Yekîtîya Avrasîyayêye

Wezîr her wiha piştrast kirîye ku di bazara navxweyî de zêdehîya tomatê tune ye, ev yek bi bihayên bilind jî dîyar dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button