H’emû nûçeSereke

Kargeha zekîya sûnîye ewlin li Ermenistanê vebûye

Ermenîstan bi fermî tevî rêza welatên ku binesazîyeke zekîya sûnî ya gerdûnî hene dibe û li kêleka pêşengên têknolojîk yên cîhanê radiweste.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, merasîma vekirina fermî ya yekem kargeha zekîya sûnî ku ji  alîyê pargîdaniya 𝗘𝗹𝗲𝘃𝗲𝗶𝗴𝗵𝘁 𝗔𝗜 ve hatîye çêkirin, 1ê hezîranê li civaka Gagarînê ya herêma Gêxaûkunîkê pêk hatîye.

Pargîdanî yekem kargeha AB ya 𝗡𝗩𝗜𝗗𝗜𝗔 𝗕𝗹𝗮𝗰𝗸𝘄𝗲𝗹𝗹 𝗕𝟯𝟬𝟬 ya herêmê  raber dike.

Navenda nû ji bo xizmetkirina hesabên zekîya sûnî yên di asta mezin de hatîye çêkirin, ji perwerdekirina modêlên zekîya sûnî bigire heya sepanên karsazîyê, zanistî û endezyarîyê.

Veberhênanên di qonaxa yekem ya projeyê de digihîjin 120 mîlyon dolarî.

Qonaxa yekem ya kargeha Gagarînê AB 512 GPUyan dihewîne. Navend niha bi 1.2 mêgawat hêza êlêktrîkê dixebite. Tê plankirin ku di pêşerojê de ewê bigihîje 5 mêgavat û di qonaxa dawîn de jî bigihîje 35 megavatî. Ev berfirehkirin wê bihêle ku potênsîyala hesabkirinê ya navendê zêde bibe, bi hezaran pêvajoyên AI yên nifşê nû bên bicîhkirin û navendeke binesazîya îstîxbarata sûnî ya herêmî  bê avakirin.

Hevdamezrînerê 𝗘𝗹𝗲𝘃𝗲𝗶𝗴𝗵𝘁 ê Arman Alêksanyan gotîye:”Di serdema zekîya sûnî de, hêza kompyûtêrê bûye binesazîyek stratêjîk. Divê Ermenîstan ne tenê van guhartinan bişopîne, lê di heman demê de beşdarî avakirina wan jî bibe. 𝗘𝗹𝗲𝘃𝗲𝗶𝗴𝗵𝘁 𝗔𝗜 tam ji bo vê armancê hatîye efirandin: ji bo avakirina binesazîyeke zekîya sûnî ya asta cîhanî li herêmê û danîna Ermenîstanê li ser nexşeya têknolojîk ya cîhanî”.

Ji bilî hêza xwe ya têknolojîk ya bêhempa, proje li ser prînsîpa berpirsîyarîya jîngehê ye. Binesaziyê li ser modela “Zero Chemical Footprint” dixebite. Bi saya avhewaya çiyayên bilind û çareseriyên endezyariyê yên Gagarînê ji bo herikîna hewayê, pergal ji bo 11 mehên salê mêxanîzmên sarbûna xwezayî bikar tîne, karanîna ajanên sarbûna kîmyayî ji holê radike. Şîrket her weha xwediyê stansîyayên xwe yên rojê ye, ku kontrola tevahî li ser ênêrjîya paqij ya ku tê bikar anîn û domdarîya demdirêj mîsoger dike.

𝗘𝗹𝗲𝘃𝗲𝗶𝗴𝗵𝘁 𝗔𝗜, bi tekez kirina li ser nûjenîyê û beşdarbûna li serwêrîya têknolojîk û pêşkeftina êkosîstêma Ermenîstanê, plan kirîye ku ji  20 selefê hêza xwe ya hesabkirinê ya giştî ji bo zanîngeh, navendên lêkolînê û destpêşxerîyên neqazanc yên Ermenîstanê peyda bike da ku potênsîyala jêhatîyên herêmî pêk bîne û nûjenîyên zanistî pêşve bibe.

Wezîrê Ermenîstanêyî têknolojîyên bilind Mxîtar Hayrapêtyan jî beşdarî merasîma vekirina fermî ya kargeha zanyarîya Sûnî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button