H’emû nûçeSereke
Yekîtîya Avropayê her hewldanek ji alîyê Rûsyayê ve ji bo zextkirina li ser Ermenîstanê berîya hilbijartinên parlamêntîyê şermezar dike

Yekîtîya Avropayê hewldana Rûsyayê ya ji bo zextkirina li ser Ermenîstanê berîya hilbijartinên parlamêntîy şermezar kirîye, piştî ku Moskvayê daxwaza rêfêrêndûmekê li ser hewldana Yêrêvanê ji bo endametîya Yekîtîya Avropayê kirîye.
Nûnerê fermî yê Yekîtîya Avropayê Anûar Êl Anûnî li gorî AFP ê gotîye: “Ermenîstan, wek welatekî serwêr, dêmokratîk û serbixwe, xwedîyê mafê tam e ku rê û hevkarên xwe hilbijêre”.
Ewî her wiha gotîye: “Rûsya dixwaze zirarê bide aborîya Ermenîstanê û bandorê li encamên hilbijartinên parlamêntîyê yên pêşerojê yên li welêt bike. Em ê piştgirîyê bidin Ermenîstanê di berxwedana li dijî hewldanên wiha yên zextê de”.







