
Li bajarê Bîrmîngham ê Brîtanyayê, “Fêstîvala fîlmên kurdîye yekemîn” bi beşdarîya hejmareke mezin ya hunermend, lîstikvan û dildarên sînêmayê hatîye lidarxistin.Fêstîvalê de, 33 fîlmên kurdî hatine nîşandan û peyama qewînkirina çanda kurdî li Avropayê hatîye dayîn.
Fêstîvala ku di navbera 28-31ê gulana 2026 a hatîye lidarxistin, wekî gaveke giring ji bo naskirina sînema kurdî li Brîtanyayê tê nirxandin. Di çarçoveya fêstîvalê de, sînêmakarên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê bi berhemên xwe beşdar bûne.
Aktera naskirî Bayan Bombayê gotîye: “Pêdivî ye ku Avropa çand û hunera Kurdistanê nas bike. Divê zanibin ku kurd xwedî dîrok û huner in. Mixabin her tim kesek tune ye ku destê hunera kurdî bigire, lê çalakîyên wiha îzbat dikin ku em hene û hunera me zindî ye”.
Xwedîyê kompanyayê û sponsora festîvalê, Kajaw Enwar jî beşdarî merasîma xelatdayînê bûye. Anwar bal kişandîye ser rola sêktora taybet di geşepêdana hunerê de û dîyar kirîye ku wekî karsazekî kurd, ew serbilind e ku piştgirîya fêstîvaleke wiha dike.
Enwar gotîye: “Me xwast wekî sponsor piştgirîyê bidin vê fêstîvalê, da ku keda lîstikvan û sînemakarên me winda nebe. Armanca me ew e ku em hunermendên xwe bidin naskirin û nîşan bidin ku karsazên kurd her tim li pişt hunera xwe ne”.
Di fqêstîvala ku 4 rojan berdewam kirîye, bi giştî 30 fîlmên kurt û 3 fîlmên dirêj (sînêmayî) hatine nîşandan. Mijarên fîlman piranî li ser jîyana civakî, koçberî, nasname û dîroka Kurdistanê bûne.
Beşdarên fêstîvalê û sînemakar dîyar kirine ku lidarxistina fêstîvalên wiha li derveyî welat, derfetê dide sînêmakarên ciwan ku berhemên xwe bigihînin asteke navdewletî û peywendîyên xwe bi sînêmaya cîhanê re hewîn bikin.







