Hukumet wê piştgirîyê bide karsazên ku ji ber qedexeyên Rûsyayê yên li ser hawirdekirina kelûpelên Ermenîstanê bandor bûne

Di nava qedexeyên Rûsyayê yên li ser hawirdekirina hejmara kelûpelên ermenî de, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku di rewşa astengîyên neheq yên li ser hinardekirinê, hukumet wê bernameyên piştgirîyê bicîh bîne û alîkarîya hilberînerên ku zirar dîtine bide da ku bazarên nû bibînin.
“Hukumetê îdî biryar daye ku di hemû rewşên ku astengîyên neheq li pêşîya hinardekirinê hene, em ê bernameyên piştgirîyê bicîh bînin, em ê bernameyên piştgirîkirina van berheman bicîh bînin da ku di aborîya me de zirarê nebînin”,-ewî gotîye.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku ev yek behsa wan rewşan dike ku astengî ne bi kalîteya berhemê ve girêdayî ne. Li gorî wî, rewş hene ku berhema hinardekirî li gorî pîvanên kalîteyê nîne.
Paşînyan tekez kirîye: “Em nikarin kelûpelên bi kalîteya nizm li ser hesabê serwêrîya xwe û berjewendîyên dewletê hinarde bikin. Em ê piştgirîyê bidin van karsazan da ku ew karibin berhemên xwe bigihînin standarteke nû”.
Bi gotina wî, Ermenîstan ji niha ve ber bi bazarên nû yên hinardekirinê ve dixebite. Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Çend şandên me yên karsazîyê çûne, em ji hevkarên xwe yên navneteweyî re ji bo bersiva wan ya bilez spasdar in û pêşnîyarên me yên berbiçev di derbarê kirîna gul, fêkî û sebzeyan de hene”.
Paşînyan her wiha girîngîya cûre-cûrkirina bazarên hinardekirinê tekez kirîye ku aborîya Ermenîstanê divê bi alîyekî ve girêdayî nebe.
“Me 100 tonn bîber hilberandîye, emê 90 tonn ji wê bi alîyekî ve neşînin, emê 25 tonn bi 4 alîyan ve bişînin. Piştre bi 5, 6, 7 alîyan. Ev formûla ku min digot ev e: serxwebûn li şûna girêdayîbûna bi çend kesan bi girêdayîbûna bi pir kesan ve ye”,-ewî gotîye.
Li gorî serokwezîr, hin berhemên çandinîyê ji ber astengîyên hinardekirinê zirarê bibînin jî, hukumet amade ye ku zirarên karsazîyê razî bike.
“Bîber xirab dibe, gul xirab dibin, hukumet wê berdêla wê bide, lê di encama van hemûyan de, hilberîna bîberê li Ermenîstanê wê zêde bibe û hinarde jî wê zêde bibe”,- Paşînyan dîyar kirîye.







