H’emû nûçeSereke

“Me 100 mîlyon pere veguhazt, çek nedane me, biryarek ku li dijî berjewendîyên Komara Ermenîstanê ye li ser me ferz kirine”:Nîkol Paşînyan

Berê, dema ku me tenê ji yek yan du welatan çek dikirîn, kêlîyên girîng hebûn ku rêyên dabînkirina me dihatin girtin. Hin rewş hebûn ku me 100 mîlyon dolar veguhaztibûn, lê çek nedane me, wana em neçar kirin ku biryarê bidin ku li dijî berjewendîyên Komara Ermenîstanê ye.Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan gotîye.

Ewî tekez kirîye ku bi saya piştgirîya welatîyan, ewana karibû di helwestên parastina berjewendîyên dewletê de bi israr bisekine û îro Ermenîstan ji heft welatên cuda çekan dikire, ji ber ku tevahîya bazara çekan ya navneteweyî ji bo komarê vekirî ye. Li gorî Paşînyan, cîhêrengkirin pêşbazîyeke saxlem efirandîye: gava ku Yêrêvan bi yek ji hevkarên xwe re peyman çêkir, pêşbazên wan yên di sûkê de tavîlê şert û merc û bihayên guncantir raber kirin. Wek ku serokwezîr destnîşan kirîye, ev nêzîkatî stratêjîya aborî ya rayedaran jî nîşan dide ku armanc dike ku hinardekirina hilberên çandinîyê û vexwarinên alkolî cîhêreng bike, da ku mîqdarên ku ji bo welatekî taybetî têne hinardekirin, di rewşa “halê xirab” yê kesekî de, nebin leverek ji bo zextê li ser Ermenistanê. Nîkol Paşînyan dîyar kirîye: “Ji sala 2021 ê vir ve, hukumetê 170 mîlyard dram di komplêksa leşkerî-pîşesazîyê de veberhênan kirîye û îro me RAF e pêşkeftî heye, ku nimûneyên sereke yên hilberên wê welatî berê di dema meşa leşkerî de dîtine”.

Ewî zêde kirîye ku her cara ku li meydana Komarê veguhastina alavên navxweyî dihat ragîhandin, meydan bi rastî jî bi çepikan diteqe. Serokwezîr her wiha vekirina pêşangeha pîşesazîya parastinê ya Ermenistanê li komplêksa  konsêrtê û sportê ragîhandîye, ku rêzek hîn firehtir ji berhemên herêmî dê bên nîşandan. Di heman demê de, Paşînyan bi serbilindî tekez kirîye ku komarê dest bi hinardekirina çekên xwe bo welatên pêşketî kirîye û peymanên yekem yên bi deh mîlyon dolaran îmze kirîye. Ewî destnîşan kirîye ku “Ji sala 2021 ê heta sala  2025 a, me fînansmana ji bo zanistê 2,8 cara zêde kirîye, mûçeyên zanyaran ji  100-300 selefî zêde kirîye û 20 mîlyard dram ji bo ji nû ve çekdarkirina rêxistinên lêkolînên zanistî veqetandîye” û serkeftinên sêktora parastinê rave kirîye.

Nîkol Paşînyan bal kişandîye ser wê rastîyê ku bi saya van gavan, berê gengaz bûye ku “revîna mêjîyan” ya ku berê berbelav bûye bê rawestandin.Niha zanyarên ermenî vedigerin welatê xwe û li welêt dixebitin.Serokê hukumetê ragîhandîye ku karekî hevbeş bi sêktora taybet re hatîye danîn da ku heta sala 2031 ê fînansmana zanistê bigihîne  selefekê. Li gorî Nîkol Paşînyan, avakirina dewleta bi kalîte ya nû wê bê guman jîyaneke bi kalîte ya nû û bilindtir ji bo hemû welatîyên Komara Ermenîstanê mîsoger bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button