Paşînyan sînordarkirinên Rûsyayê yên li ser berhemên çandinîyê yên Ermenîstanê wek gaveke xelet dibîne

Danîna sînordarkirinan li ser berhemên çandinîyê yên Ermenîstanê gaveke xelet e, ji ber ku ew mirovan li dijî Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî vedigerîne. Di bersiva pirsa rojnamevanê «Îzvêstîyayê», serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, behsa sînordarkirinên li ser hinardekirina berhemên çandinîyê yên Ermenîstanê kirîye.
Serokwezîr gotîye:”Ez difikirim ku ev gavên xelet in ji ber ku ew mirovan li dijî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dikin. Û ez, wek rayedarekî payebilind di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de, vê yekê wek pirsgirêk dibînim. Lê em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin”.
Dema ku rojnamevan ji wî pirsîye gelo Ermenîstan heyîna pirsgirêkên têkildarî berhemên çandinîyê, bi taybetî di warê kontrola fîtosanîtîrî de, qebûl dike, Paşînyan bersiv daye dibe ku di rewşa hevaltîyên takekesî de jî pirsgirêkên weha hebin.
“Pirsgirêk bi hevaltîyên takekesî re hene û ev rewş li her dera ye, tevî li Rûsyayê jî. Lê bi tevahî, pergaleke me ya kontrolê ya pir baş heye û em berdewam dikin ku kalîteya berhemên xwe yên çandinîyê baştir bikin”,-ewî destnîşan kirîye.
“Rossêlxoznadzor” ê ragihandîye ku ji 2 ê hezîrana sala 2026 a, bi hinceta binpêkirina şertên fîtosanîtarîyê, sînorkirinên demkî li ser îtxalkirina gîlas, qeysîyan, şeftalya, nêktarîn û tirîya ji Ermenîstanê datîne. Berê, ajansa Rûsyayê îtxalkirina hejmareke sebzeyan ji Ermenîstanê jî sînordar kiribû.







