Komên pêşîn yên gul û sebzeyên ermenî ji niha ve bo cîhên nû têne hinardekirin

Yekem komên gul û sebzeyên ji Ermenîstanê ji bo bazarên nû hatine şandin.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ragîhandîye, li ser pirsa ku bi kîjan welatan re li ser hinardekirina berhemên ermenî yên ku li bazara Rûsyayê qedexe ne, peyman hatîye çêkirin.
Dema ku ji Paşînyan hatîye pirsîn ka ew behsa Yekîtîya Avropayê yan bazarên din dike, ewî wiha bersiv daye: “Yekîtîya Ewropayê û yên din”.
Li gorî wî, çend şandên karsazîyê ji niha ve li bazarên nû dixebitin. Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Çend şandên me yên karsazîyê ji niha ve dixebitin û komên pêşin yên gul û sebzeyan ji niha ve çûne, ew ê bigihîjin, ez ê paşê bêjim kîjan welat in”.
Paşînyan piştrast kirîye ku di firotina berhemên ermenî de tu pirsgirêk tune. “Û tu berhemekê jî wê nemîne. Niha ew ji niha ve ber bi alîyên din ve têne hinardekirin”,-ewî gotîye.







