Euronews: Paşînyan di hilbijartinê de bi ser dikeve

Anketa here dawî ya berîya hilbijartinên krîtîk yên Ermenîstanê yên 7 ê hezîranê pêşbînî dike ku partîya «Peymana sîvîl» ya serokwezîr Nîkol Paşînyan dikare nêzîkî 65 selefê dengan di nav hilbijêrên dilsoz de bi dest bixe, ev yek jî nîşan dide ku ew dikare bi serkeftineke mezin û piranîyeke girîng di parlamênta pêşerojê de be.
Anketa «Breavis», ku di navbera 5-11 ê gulanê de di nav 1551 beşdaran de hatîye kirin, nîşan daye «Peymana sîvîl» wê li ser muxalefeta parçebûyî, ku hin ji wan ji alîyê Rûsyayê ve bi awayekî çalak têne piştgirî kirin, pêşengîyek rehet bigire, bêyî ku tu partî ji 12 selefê derbaz bibe.
Heger dengdana roja yekşemê ya bê pêşbînîyên anketê piştrast bike, ermenî wê mandateke biryardar bidin Paşînyan da ku ji nû ve ber bi rêya Rojavayê ve bizivire, wê ber bi rûbirûbûna bi Krêmlê ve bibe û peymana aşîtîyê ya dîrokî bi Adirbêcanê re li ser Qerebaxê mîsoger bike û bi vî awayî aramîya herêmî û hevkarîya wê bêtir pêş bixe.
Peyman par li qesira Sipî bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re hatîye îmzekirin, bi vî awayî dawî li pevçûnên dehsalan yên di navbera her du welatan de hatîye.
Anketa «Breavis», her wiha nîşan dide ku stratêjîya neteweyî ya Yêrêvanê ji nû ve tê nirxandin û piştî dehsalan di orbîta Rûsyayê ya piştî-Sovyêtê de, ber bi Rojavayê ve diçe.
Heftîyên dawî de, Moskvayê zextên xwe yên li ser Yêrêvanê bi berdewamî zêde kirîye, di nav wan de cezayên bazirganî yên girîng, gefên rawestandina endametîya wê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda, blokek ji pênc dewletên berê yên Sovyêtê ku bi serokatîya Moskvayê ye û wek bazareke yekgirtî û herêmeke bazirganîya azad tevdigere û paralelên serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di navbera Ermenîstanê û Ûkraînayê de dikşîne, ku çend roj piştî ku hevtayê wî yê Amêrîkî Donald Tramp “piştgirîya xwe ya tevahî û mutleq” ji bo Paşînyan dîyar kirîye, hatîye.
Belavbûna encamên anketên nû di heman demê de hevdem e ku Rûsya balyozê xwe yê li Ermenîstanê “ji bo şêwirmendîyê” li ser biryara Yêrêvanê ya bilezkirina rêya xwe ya endametîya Yekîtîya Avropayê vexwendîye.
Wezîreta Rûsyayêye karê der roja şemîyê ragihandibû ku “Balyozê Fêdêrasîyona Rûsyayî li Komara Ermenîstanê, Kopîrkîn, ji bo şêwirmendîyê li ser gavên ku serokatîya Ermenîstanê ji bo nêzîkbûna bi Yekîtîya Avropayê re avîtîye, hatîye gazîkirin Moskvayê”.
Rojek berê, Krêmlê êrîşa xwe ya hişyarî û tedbîrên aborî berdewam kirîye û ragîhandîye ku ew ê “sînorkirinên demkî” li ser hinardekirina hin fêkî û sebzeyan ji Ermenîstanê ferz bike, û piştî ku gef xwarîye ku wê dabînkirina gaz û pêtrola erzan ku ji bo welêt girîng in qut bike, wana li qedexeyên dawî yên li ser ava mînêral ya Ermenîstanê, şerab û konyakê zêde kirîye.
Ermenîstan, welatekî bi nifûsa nêzîkî 3 mîlyonî, par ji 80 selefî zêdetir gaza xwe ji Rûsyayê îtxal kirîye.
Her wiha roja înîyê, serokên Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî daxuyanîyeke hevbeş dane û hişyarî dane Ermenîstanê ku planên wê yên tevlîbûna Yekîtîya Avropayê “xetereyên cidî” li ser ewlehîya aborî ya hemû welatên endam çêdikin.
Di civîna li Astanayê, serokên Rûsyayê, Bêlarûsê, Qazaxistanê û Qirqizistanê bang li Yêrêvanê kirine ku di zûtirîn dem de rêfêrêndûmê seranserî li ser hilbijartina Ermenîstanê di navbera Yekîtîya Avropayê û bloka bi serokatîya Moskvayê de li dar bixe.
Civînê de, Pûtîn her wiha paralelîya berê ya di navbera Ûkraînayê û Ermenîstanê de dubare kirîye û ji rojnamevanan re gotîye ku “krîza li Ûkraînayê di demekê de dest pê kirîye ku Ûkraînayê hewl daye ku tevlî Yekîtîya Avropayê bibe”.
Her çend daxuyanîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî tenê behsa helwesta Ermenîstanê ya dijî avropî kirîye, ev tenê rojek piştî ku Tramp “piştgirîya xwe ya tevahî û mutleq” ji bo hilbijartina Paşînyan dîyar kirîye û ewî wek “dost û rêberê mezin” bi nav kirîye ku Ermenîstanê “bihêz, dewlemend û pir ewle” dike.
Moskvayê li Ermenîstanê kampanyayeke dêzînformasîyonê ya berfireh û dijwar da destpêkirin da ku piştgirîyê bide namzetên opozîsyonê yên dijî Rûsyayê, di nav de hewldanek veşartî ji bo lawazkirina Paşînyan.
Reuters ê, bi îşaretkirina berpirsên îstîxbarata rojavayî, roja şemîyê ragihandîye ku Moskva plan dike ku bi deha hezaran hilbijêrên ermenî ji Rûsyayê derxîne da ku bandorê li hilbijartinê bike.







