H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê  rê  digere ku di demek kurt de piştgirîya xwe ji bo Ermenîstanê zêde bike

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê peywendîya têlefonê de bi wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan re, ku di demekê de  zexta aborî ya Rûsyayê zêde dibe, hevgirtina Yekîtîya Avropayê bi Ermenîstanê re ji nû ve piştrast kirîye. Wek ku “Armenpress” radigihîne, derheqa wê yekêda komîsera Avropayê li ser platforma X ê ya tora civakî nivîsîye.

“Ermenîstan welatekî serwêr û serbixwe ye, ku gelê wê azad e ku rîya xwe hilbijêre.Em li rîya digerin ku di demek kurt de piştgirîya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê zêde bikin. Her wiha em ê xebata xwe ya ji bo pêşxistina têkilîyên bazirganîyê û ênêrjîyê bi Başûrê Kafkasîyayê re û di nav wê de bilezînin û piştgirîyê bidin têkiliyên aborî yên Ermenistanê bi cînarên wê yên nêzîk re”,-Marta Kosê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button