
Ajansa «Armenpress» ê, ku behsa daxuyanîya sêkrêtarê Amerîkayêyî dewletê Marko Rubîo di dema guhdarkirinên li Kongrêsê dike, radigihîne ku Rûsya ji hevkarîya di navbera Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê de pir razî nîne.
“Ez difikirim ku delîl hene ku Fêdêrasîyona Rûsyayê dixwaze serokwezîrê niha yê Ermenîstanê ji ber têkiliya bi Dewletên Yekbûyî re di hilbijartinê de winda bibe”.
Sêkrêtarê Amerîkayêye dewletê destnîşan kirîye ku alîyê amerîkî bi tu awayî destwerdanê li serwêrîya Ermenistanê û têkiliyên wê bi welatên din re nake, lê bi têkiliyên bi Ermenîstanê re eleqedar e, ku ne tenê li ser aşîtîyê, lê di heman demê de li ser hevkarîya sûdmend ya herdu alîyan jî ava dibin.







