
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Zarokan (UNICEF), derbarê rîskên mezin yên li ser jîyana zarokan li parêzgehên Dêrazorê û Reqayê hişyarî daye. Ji ber lehiya çemê Feratê, bi hezaran kes koçber bûne û jêrxana herêmê zîyaneke mezin ditiye.
UNICEF ê 1 ê hezîrana sala 2026 a di daxuyanîyekê de ragihandîye, ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê û seravêtina wê, 14 hezar kes neçar mane malên xwe bicih bihêlin. Di daxuyaniyê de hatîye destnîşankirin ku torên xizmetguzarîyê yên bingehîn xerab bûne û gihîştina bi ava vexwarinê ya paqij gelekî zehmet bûye.
Li gorî UNICEF ê, zarokên li van herêman bi sê rîskên sereke re rûbirû ne, ew jî xeniqîna ji ber lehiyê û herikîna tund ya avê, metirsîya bermahîyên şer ku ji ber guhêrîn yan veşartina cihê mîn û teqemenîyan bi rêya avê çêdibe û her wiha belavbûna nexweşîyên vegirtî yên ku bi rêya ava gemar tendurustîya zarokan dixe bin metirsîyê.
UNICEF ê aşkere kirîye ku tîmên wan kar ji bo dabînkirina ava paqij ji bo 400 hezar kesî dikin. Di vê çarçoveyê de, kar li ser çêkirina bendavên axê û nûkirina westgeha “Firat” ya parzûnkirina avê tê kirin. Her wiha alîkariyên mîna ava vexwarinê, piştgiriya derûnî û kampanyayên hişyarîyê yên li dijî nexweşîyan ji bo koçberan tên raberkirin.
Heftîya borî, wezîreta rewşên awarte ya hukumeta veguhêz ya Sûrîyayê bi hevkarîya parastina sîvîl, hişyarîya “asta sor” dabû û ji welatîyan xwestibû ku ji qiraxa çemê Firatê dûr bikevin.
Hatîye ragîhandin ku ji ber zêdebûna herikîna avê ji alîyê Tirkîyayê ve û vekirina dergehên avê yên bendava Firatê, asta avê du mêtra zêdetir bilind bûye û ev yek bûye sedema lêhîyê li gund û bajarokên li ser rîya çem.







