Sereke

Li Koyê 300 zarokan bi wênexêzîyê roja cîhanî ya zarokan pîroz kirine

Bi boneya roja cîhanî ya zarokan, rêveberîya rewşenbîrî û hunera Koyê çalakîyeke wênexêzîyê ya giştî ji bo 300 zarokan lidar xistîye. Zarokan bi qelemên xwe yên rengîn xewn û xeyalên xwe li ser kaxezê xêz kirine û piştre berhemên wan hatine nîşandan.

Di vê çalakiya hunerî de ku bi amadebûna malbatên zarokan hatîye lidarxistin, 300 zarokên ji navçeya Koyê beşdar bûne. Her zarokekî bi xeyalên xwe yên cuda xweza, jiyan û sembolên neteweyî xêz kirine. Armanca sereke ya vê çalakîyê ew bûye ku zarok ji bandora neyînî ya amûrên dîjîtal bên dûrxistin û ber bi cîhana hunerê ve bên handan.

Zaroka beşdar ê bi navê Ranya jî bi kêfxweşî behsa berhema xwe kirîye û diyar kirîye ku ewê xwestîye bedewîya çîyayên Kurdistanê û xwezaya rengîn nîşan bide.

Zarokê bi navê Darîn jî bi serbilindî behsa çar rengên ala Kurdistanê kirîye ku di nava wêneya wî de bi awayekî berbiçev cih girtibû.

“Em dixwazin zarokan ji amûrên dîjîtal dûr bixin”

Rêveberê rewşenbîrî û hunera Koyê Huner Tahir derbarê giringiya vê rojê de axivîye û bal kişandîye ser bandora hunerê li ser kesayetîya zarokan. Tahir gotîye: “Armanca me ew e ku em zarokan ji iPad, têlefon û êkranên zîrek dûr bixin û wana bi karên hunerî bidin naskirin. Tiştê ku me herî zêde dilxweş dike ew e ku piraniya zarokan di wêneyên xwe de giranî dane xwezaya Kurdistanê, ala Kurdistanê û mijarên neteweyî”.

Ev festîvala biçûk ya hunerî wekî peyamekê hatîye nirxandin ku sînorê xeyalên zarokan ji êkranên biçûk yên têlefonan gelekî berfirehtir e û pêwîstiya wan bi bêtir çalakîyên wiha yên civakî û hunerî heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button