SerekeSîyasî

Paşînyan û Êrdogan pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê nirxandine

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîp Êrdogan re bi rêya têlefonê axivîye. Derheqa wê yekeda ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê  ragîhandine.

Serokwezîrê Ermenîstanê cejina Qurbanê li serokkomarê Tirkîyayê pîroz kirîye.Serokkomar Êrdogan serokwezîr Paşînyan  ji bo rojbûyîna wî ya 51emîn pîroz kirîye.

Her wiha pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên dualî yên di navbera Tirkîyayê û Ermenîstanê û pirsgirêkên herêmî jî hatine niqaşkirin.

Receb Tayîb Êrdogan destnîşan kirîye ku pêvajoya normalîzasîyakirina têkiliyên di navbera Tirkîyayê û Ermenîstanê de bi gavên ku armanca wan destpêkirina bazirganîya rasterast e berdewam dike.Êrdogan tekez kirîye ku Tirkîya ji bo aşîtî û aramîya herêmê hewl dide û Tirkîya wê her gav piştgirîyê bide gavên ku di wî alî de têne avîtin.

Her wiha axaftinê de bal kişandine ser seredana cîgirê serokkomarê Tirkîyayê Cêvded Yilmaz bo Ermenîstanê ji bo beşdarbûna civîna civaka sîyasî ya Avropayê, biryara danîna prosêdurên bazirganîya raste-rast ya Tirkîyayê-Ermenîstanê û vekirina rîya hesin ya Axalkelek-Qersê ji bo hinardekirin û hawirdekirina ji Ermenîstanê re.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button