
Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine ku peymana TRIPP ê di navbera Amêrîkayê û Ermenîstanê de hatîye îmzekirin.
“Çend deqe pêşda, min peymana çarçoveya TRIPP ê ya Ermenîstan-Amêrîkayê li ber çevê we îmze kir. Hûn bîr tînin, ew çend roj berê ji alîyê min û sêkrêtarê Amêrîkayêye dewletê Marko Rûbîo ve hatîye îmzekirin”.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye: “Niha sêkrêtarê dewletê Rûbîo îmzeyên xwe li ser peymanê danîne û belge ji Ermenîstanê re hatîye şandin. Niha min îmze li alîyê Ermenîstanê danîne. Bi vê yekê, pêvajoya îmzekirina ji dûr ve temam bûye û peyman ji bo pejirandinê amade ye”.
Bîr bînin ku ew 26 ê gulanê, dema ku sêkrêtarê Dewletên Yekbûyîye dewletê Marko Rûbîo li Yêrêvanê bû, hatîye îmzekirin.Wezîreta Ermenîstanêye karên der metina peymana çarçoveyî ya hevkarîya stratêjîk li ser TRIPP ê weşandîye.







