H’emû nûçeSereke

Forûma karsazîyê ya Ermenîstan û Polonîyayê li Yêrêvanê wê pêk bê

9 ê hezîrane, forûma karsazîyê ya Ermenîstan-Polonîyayê wê li kompleksa otêla Seven Visions Resort and Places, The Dvin li Yêrêvanê bê lidarxistin, ku wê bibe platformeke girîng ji bo hewînkirina hevkarîya aborî, veberhênanê û binesazîyê di navbera Ermenîstanê û Avropayê de.

Forûm di çarçoveya înîsîyatîva “Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî” de tê organîzasîyakirin, ku armanc dike korîdorên bazirganiyê yên nû û bibandor yên ku Çînistanê û Avropayê bi hev ve girêdidin pêş bixe, gihîştina hilberên Ermenîstanê bo bazarên Avropayê berfireh bike, têkilîyên aborî yên Ermenîstan-Avropayê kûr bike û derfetên pêşxistina projeyên binesazîyê û rîya hesin yên herêmî lêkolîn bike.

Ji bo piştgirîya van armancan, şanda karsazîyê ya polonî ya pilebilind, ku platformeke karsazîyê ya bi sermayeya giştî ya 10 mîlyard dolarî  zêdetir teslîm dike, wê bigîhêje Ermenîstanê. Di nav şandeyê de xwedîyên û rêvebirên hevaltîyên mezin yên ku li Avropayê, Dewletên Yekbûyî û Asyayê dixebitin hene.

Konfêrans wê seheta 12:30 î deqeyî dest pê bike û wê nûnerên pêşeng ji warên lojîstîk, zekaya sûnî (AI), ênêrjîya nûjenkirî, milkên nekêşbar, tendurîstîyê, otomatîv, fînansîyê, înşaet, têknolojîya agahdarîyê, otomasyona pîşesazîyê û bazirganîya navneteweyî bîne cem hev.

Di nav beşdaran de karsaz û serokên hevaltîyên ku bi marqeyên cîhanî yên wek Amazon, Volvo Trucks, BMW, Ferrari, Tesla, Microsoft, Shell, Deloitte, Stellantis, Pfizer, Santander û Toyota re hevkarîyê dikin, wê hebin.

Yek ji bûyerên girîng yên konfêransê wê îmzekirina peymana hevkarîyê di navbera civakên karsazîyê yên Ermenîstanê û Polonyayê de be, ku armanc dike veberhênanên polonî li Ermenîstanê pêşve bibe, têkilîyên aborî qewîn bike û hevkarîyên stratêjîk yên nû biefirîne.

Herwiha tê payîn ku nûnerên dewletê yên payebilind ji Ermenîstanê, Polonyayê û Gurcîstanê jî beşdarî çalakîyê bibin, ku ev yek girîngîya konfêransê wek platformek ji bo hevkarîya aborî ya herêmî û dîyaloga karsazîyê ya navneteweyî tekez dike.

Rojevê de her wiha niqaşên li ser projeyên sereke yên binesazîyê û pîşesazîyê yên herêmî, di nav de pêrspêktîvên ji nû ve avakirin, modêrnîzasîyakirin û pêşxistina herêma pîşesazîyê ya  «Naîrît» ê jî hene.

Konfêransê de wê niqaşên sêktorî, raberkirina derfetên veberhênan û karsazîyê û her weha civînên B2B bi armanca avakirina hevkarîyên nû û projeyên hevbeş bên  raber kirin.

Forûma karsazîyê ya Ermenîstan-Polonyayê armanc dike ku bibe platformek nû ji bo hevkarîya aborî ya Ermenîstan-Polonyayê, pêşxistina veberhênanan, bazirganîyê, berfirehkirina bazarê û hevkarîyên stratêjîk yên demdirêj.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button