H’emû nûçeSereke

Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn

Bi piştgirîya wezîreta Ermenîstanêye perwerde, zanistê, çandê û sportê, rêxistina “Platforma hunerê ya vekirî” wê  fêstîvala fîlmên kurt ya navneteweyîye 24emîn  “kadirek” ji 8 a heta 15 ê hezîranê li Yêrêvanê li dar bixe.Vekirina festîvalê wê  8 ê hezîranê êvarê seheta 7:00 a li mala Sînemayê pêk bê.

Fêstîval wê bi  raberkirina, muzîka klasîk ya neteweyî ya ermenî ku li ser bingeha dibistana Komîtas hatiye çêkirin, vebe. Fêstîval wê bi fîlma “Ma îro roj nîne” ya hunermendê hevdem yê navdar Grîgor Xaçatûryan, ku li ser dîroka Wîlyam Saroyan hatiye çêkirin, vebe.

Wek ku «Armenpress» ji daxuyanîya ji wezîreta perwerde, zanistê, çandê û sportê fêr dibe, 18 welat beşdarî festîvalê dibin: Ermenistan, Dewletên Yekbûyî, Almanya, Tayland, Îran, Îspanya, Îtalya, Polonya, Hindistan, Padişatîya Yekbûyî, Norwêc, Çînistan, Felestîn, Portûgalya, Rûsya, Sêrbîya, Fransîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button