SerekeSîyasî

Serok Barzanî: çekê pêşmergeyan dîrok, fedakarî, keramet û bawerî ye

Serok Barzanî di peyamekê de bersiva wan alîyan daye yên ku di wê rewşa sîyasî de “xwendinên şaş” bo çekê pêşmergeyan dikin.Ewî tekez jî kirîye ku pêşmerge û çekê wan pareke veneqetîyayî ne ji dîrok û qurbanîdana gelê Kurdistanê û nabe tenê wekî matêryaleke serbazî û alavê şer bê temaşekirin.

Serok Mesûd Barzanî 3 ê hezîranê li ser tora civakî ya “X” ê peyamek belav kirîye û tê de amaje bi wê yekê kirîye ku ji ber rewşa sîyasî ya taybet ya niha, hin alî behsa çekê pêşmergeyan dikin û xwendinên şaş û dîtinên nerast di vî warî de  raber dikin.

Serok Barzanî di peyama xwe de wekî bersivekê bo wan gotinan ragîhandîye: “Divê tevahîya alîyan ev yek li bîr be ku pêşmerge berhema xwîn, zehmet û rondikên gelê Kurdistanê ye”.

Hevdem serok Barzanî tekez li ser alîyên mînevî yên hêza pêşmergeyan jî kirîye û ragîhandîye: “Çekê pêşmergeyan tenê parçe-hesin, cebilxane û alavê şerkirinê nîne, belkî çekê pêşmergeyan dîrok, fedakarî, keramet û bawerîya wî ye”.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kirîye ku ew çekê di destê pêşmergeyan de nîşana wê dilsozî û pabendbûna mezin e ya ku wan herdem bo gel, ax û welatê xwe heye.

Ev peyama serok Barzanî bo parastina pîrozîya çekê pêşmergeyan di demekê de ye ku her îro li ser asta fêdêral li Bexdayê, fermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Îraqê ragîhandibû ku lîjneya komkirina çekên derveyî qanûnê bi fermî dest bi karê xwe kirîye û Heşid Şebî jî wê bê rêkkxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button