Mîsyona çavdêriyê ya Hevalbendîya Dewletên Serbest hilbijartinên parlamênta Ermenistanê vekirî û pêşbazî bi nav dike

Mîsyona çavdêriyê ya Hevalbendîya Dewletên Serbest hilbijartinên parlamêntîyê yên ku 7 ê hezîranê li Ermenîstanê hatine lidarxistin, wek pêşbazî û vekirî bi nav kirîye.
Serokê mîsyonê Nurlan Sêytîmov di civîna çapemeniyê de gotîye: “Mîsyona çevdêriyê ya Hevalbendiya Dewletên Serbest gihîştîye wê encamê ku hilbijartinên parlamênta Komara Ermenîstanê li gorî destûr û qanûna hilbijartinê, li ser bingeheke pirpartî vekirî û pêşbazî bûne”.
Li gorî wî, dengdan li gorî qanûna hilbijartinê pêk hatîye, alavên têknîkî bi gelemperî bi rêkûpêk xebitîne û pêvajoya jimartina dengan li gorî qanûnên hilbijartinê bûye. Sêytîmov dîyar kirîye ku “Kêmasîyên ferdî yên ku ji alîyê çavdêran ve hatine dîtin, xwezaya têknîkî bûne û ji alîyê komîsyonên navçeyan ve tavilê hatine sererast kirin. Mîsyonê tu binpêkirinên ku dikarin bandorê li encamên hilbijartinê bikin, tespît nekirine”.







