Pêşbirka ji bo nûjenkirina beşa rîya Axurîk-Gumirîyêye hesin hatiye ragîhandin: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihandîye ku hukumet xebatên xwe yên ji bo başkirina binesazîya rîya Ermenîstanêye hesin didomîne û ji bo bernameya nûjenkirina beşa Axûrîk-Gumirîyê pêşbirk hatîye ragihandin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, di dema nîqaşkirina raporta salane ya li ser pêkanîna byûcêya dewletê ya sala 2025 a de di rûniştinên hevbeş yên komîteyên parlamêntê de, serokwezîr destnîşan kirîye ku pêşxistina binesazîya rîya hesin hîn jî di bala hukumeta Ermenîstanê de ye.
Paşînyan gotîye:”Ez dixwazim bêjim ku em ji bo başkirina rewşa giştî ya binesazîya rîya Ermenîstanêye hesin dixebitin”.
Li gorî serokwezîr, xebatên amadekarîyê ji bo bernameya nûjenkirina beşa rîyaAxûrîk-Gumirîyê dest pê kirine.
“Vê demê de, ji bo nûjenkirina beşa Axûrîk-Gumirîyê jî pêşbirk hatîye ragîhandin, ku wê bi fondên byûcêya dewletê bê bicîhanîn”,-ewî destnîşan kirîye.
Paşînyan zêde kirîye ku xebata li ser pêşxistina binesazîya rîya hesin wê berdewam be û hukumet plan dike ku bernameyên nû jî bi beşdarîya hevkarên navneteweyî bicîh bîne.
Serokwezîr gotîye: “Bê guman, di pêşerojê de, em ê hin bernameyên rîya hesin jî bicîh bînin, di nav de bi hevkarên navneteweyî re”.







