
23 endamên mîsyona çavdêrîya hilbijartinê ya înstîtûta komarparêz ya navneteweyî di dema hilbijartinan de serdana 107 navendên dengdanê kirine û tomar kirine ku tevî hewldanên destwerdana der, hilbijartin edil bûne. Bi dehan çevdêrên Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê ji 17 welatan jî kampanya û hilbijartina kurt kirine.Wana di raporta xwe ya pêşin de tomar kirine ku dengder ji bo çûyîna ser sindoqan bi coş bûne. Lê wana her wiha ji ragîhandina ku hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê li gorî standartên avropî hatine lidarxistin dûr ketine û ew “pejirandin” ji gelê Ermenîstanê re hiştine.
“Mîsyona me tu binpêkirinên sîstêmîk nedîtine û me nirxandîye ku dengdan û hejmartin bi gelemperî bi awayekî pêbawer hatine kirin. Dengdan û hejmartin bi gelemperî bi rêkûpêk û aşîtiyane, li gorî prosêdûrên dîyarkirî bûne. Beşdarîyeke berfireh ya çavdêrên navxweyî û navneteweyî hebûye. Hilbijartin di hawîrdorek ku tê de polarîzasyon, fikarên ewlehîyê û nîqaşên li ser sîyaseta der ya Ermenîstanê zêde dibûne pêk hatîye”.
Serokê rêveberiya fonda neteweyî ya dêmokrasîyê Stêfan Nîks, li ser gefên Rûsyayê û hewldanên destwerdana di hilbijartinan de axivîye:
“Şaneya me hewldanên berdewam yên Fêdêrasîyona Rûsyayê û aktorên girêdayî Rûsyayê ji bo destwerdana di hawîrdora hilbijartinê de çevdêrî kirîye.
Ev yek zextê li ser karsazî û aktorên sîyasî yên dostên dengdêran û bi taybetî jî vegotinên şaş û bi derew yên li ser pêvajoya aşîtîyê li Ermenîstanê dihewîne”.
Çevdêrên navneteweyî destnîşan kirine ku hewldanên êrîşên li ser medyaya civakî jî hatine dîtin. Wana ji rayedarên Ermenîstanê xwestine ku destwerdana der û sînor-derbazbûyî di pêvajoya hilbijartinê de tespît bikin û her weha binpêkirinên hilbijartinê yên tomarbûyî tespît bikin.
Çavdêrên ji ofîsa Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê ya ji bo sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan û nûnerên Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê jî ji hilbijartinan kêfxweş bûne. Gelek çavdêrên ji dehan welatên Avropayê destnîşan kirine ku dengdêr diçin navendên dengdanê da ku dengên xwe bidin. Wana her wiha ragîhandine ku wana hewldanên destwerdana der tomar kirine.
Natalya Lûazoyê li ser navê koma çavdêrîya hilbijartinê ya Wekîlên Avroparlamêntê raber kirîye:
“Me hewldanên destwerdana navneteweyî ya zirardar û xerab dîtine. Wana hewl dane ku bi karanîna amûrên cûre-cûre, di nav de êrîşên sîber û kampanyayên dêzînformasîyonê, pêşveçûyîna pêvajoyên dêmokratîk asteng bikin û em bê guman vê destwerdana eşkere di karûbarên navxweyî yên Komara Ermenîstanê de şermezar dikin”.
Koordînatora taybet ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê Farah Kerîmê dîyar kirîye ku hilbijartin baş hatine organîzasîyakirin, lê kampanya pir polarîze bûye û bi rêtorîka provokatîf, di nav de peyamên têkildarî şer, hatibû nîşankirin.
Koordînatora taybet ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê gotîye ku kampanya bi îdîayên sextekarîya dengdêran û binpêkirinên din yên hilbijartinê xera bûye, ku ev yek bûye sedema gelek dozên sûc li dijî namzet û çalakvanên opozîsyonê. Di encamê de, gelek alîgirên opozîsyonê nekarîn bi awayekî çalak beşdarî kampanyayê bibin.
Serokê mîsyona Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê Yanêj Lênarçîçê, her wiha destnîşan kirîye ku derbarê hewldanên destwerdana der de çavdêrîyên wî yên cuda hene: “Ji alîyekî ve, me zexta der û destwerdana derve dît: ev du tiştên cuda ne. Di derbarê zexta derve de, ez dikarim bêjim ku me gavên sînordarkirina bazirganîyê, nemaze ji alîyê Rûsîyayê ve, dîtine. Berî destpêkirina kampanyayê, bi awayekî pir xemgîn, divê ev yek bê tekez kirin û ev bi axaftinên rayedarên cûre-cûre, helwestên Rûsyayê re hatîye kirin, ku di rewşa negihîştina hin encamên berbiçev de serwêrîya Ermenîstanê dixe xeterê û tehdît dike, ji alîyê din ve, me serdan û tevlêbûna asta bilind ji alîyê hem rayedarên Yekîtîya Avropayê û hem jî rayedarên cûre-cûre ji Dewletên Yekbûyî ve jî tomar kirîye”.
Çevdêrên navneteweyî wê li Ermenîstanê bimînin da ku pêvajoyên piştî hilbijartinê bişopînin û wê di çend mehan de raporeke dawî biweşînin.







