
Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîa Zaxarovayê behsa hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê kirîye û îdîa kirîye ku li gorî encamên pêşin yên ku ji alîyê komîsîyona hilbijartinê ya navendî ve hatine weşandin, partîya “Peymana sîvîl” “yekdestdarîya desthilatdarîyê bi dest nexistiye, ji bilî vê, li gorî çerxa hilbijartinê ya berê, piştgirîya wê bi girîngî kêm bûye”.
Ji bo piştrastkirina îdîaya rayedara rûs, Factor TV ne tenê rêjeyên ku ji alîyê partîyê ve hatine wergirtin, lê di heman demê de hejmara welatîyên ku beşdarî dengdanê bûne û hejmara mutleq ya dengan wergirtîye jî berawird kirîye.
Li gorî daneyên destpêkê yên ku ji alîyê komîsîyona hilbijartinê ya navendî ve hatine weşandin, partîya “Peymana sîvîl” di hilbijartinên sala 2026 a 727 820 deng yan jî ji 49.8 selef wergirtîye. Di heman demê de, di hilbijartinên parlamêntîyê yên pêşwext yên sala 2021 ê de, partîyê 688 761 deng yan jî ji 53.91 selef wergirtîye.
Her çend encama sala 2021 ê ji alîyê rêjeyê ve bilindtir be jî, wêneyê di hejmarên mutleq de berevajî vê yekê ye di vê hilbijartinê de, “Peymana sîvîl” 39 059 deng ji sala 2021 ê zêdetir wergirtîye.
Îdîaya Zaxarovayê manîpûle ye, ji ber ku tenê guhêrînek ji selef nîşan dide, lê di hejmarên mutleq de “Peymana sîvîl” hema 40 000 deng zêdetir ji sala 2021 ê wergirtîye.
Li gorî “Mêdûza” ê, karmendekî yek ji dezgehên medyayê yên sereke yên dilsozê Krêmlê ji wan re gotîye ku ji wan re hatîye talîmat kirin ku encamên hilbijartinê wek “têkçûna” Paşînyan raber bikin û heman gotinê bi kar bînin.







