
Yekîtîya Avropayê welatîyên Komara Ermenîstanê ji bo bikaranîna mafê xwe yê dêmokratîk yê dengdayînê di hilbijartinên parlamêntîyê de pîroz dike û asta bilind ya beşdarîya sîvîl pesinê xwe dide. Dengdayîn pabendbûna qewîn ya Ermenîstanê ji bo dêmokrasîyê, aşîtîyê û hevkarîya pêşkeftî li herêmê û her weha ji bo têkilîyên nêzîk bi Avropayê re nîşan dide.Derheqa wê yekêda di daxuyanîya ku li ser navê nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê li ser hilbijartinên parlamêntîyê yên ku 7 ê hezîranê li Ermenîstanê hatine lidarxistin, hatîye gotin.
Tê destnîşankirin ku li gorî encamên destpêkê yên mîsyona çavdêriyê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê, her çend kampanya pir polarîze bûye, hilbijartin bi awayekî berfireh hatine birêvebirin, altêrnatîvên sîyasî yên zelal raber kirine û di çarçoveya qanûnî ya zexm de baş hatine organîzasîyakirin.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin:”Kampanya hilbijartinê û dengdayîn di çarçoveya destwerdan, zext û êrîşên hîbrîd yên bêhempa yên Rûsyayê de, di nav de tedbîrên zexta aborî, ku armanc dikirin pêvajoya dêmokratîk têk bibin û polarîzasyonê derxînin holê, pêk hatine. Digel vê yekê, hilbijartin berxwedana dêmokratîk û pêşveçûna Ermenîstanê di rêya rêformê de nîşan didin. Wana her wiha pabendbûna gelê ermenî bi nirxên avropî, beşdarîya sîyasî ya aşîtîyane û lêgerîna paşerojeke aram, ewle û serfiraz re tekez kirîye”.
Di daxuyaniyê de hatîye gotin ku Yekîtîya Avropayê encamên destpêkê yên ku ji alîyê rayedarên hilbijartinê yên Ermenîstanê ve hatine weşandin, dinirxîne, ku avantajeke eşkere ji bo partîya «Peymana sîvîl» ya serokwezîr Nîkol Paşînyan nîşan dide. Di daxuyaniyê de hatîye tekez kirin ku “Em bang li hemû aktorên sîyasî dikin ku rêzê li encamên dengdayînê, prosêdurên dêmokratîk bigirin û mêxanîzmên qanûnî bikar bînin da ku gilîyên hilbijartinê çareser bikin”.
Di daxuyanîyê de tê gotin: “Em bang li hemû aktorên sîyasî dikin ku rêzê li encamên dengdayînê, prosêdurên dêmokratîk bigirin û ji bo çareserkirina her giliyê hilbijartinê mexanîzmên yasayî bikar bînin”.
Di daxuyanîya Yekîtîya Avropayê de hatîye gotin: “Em li bendê ne ku hevkarîya xwe ya nêzîk bi hukumet û parlamênta pêşerojê ya Ermenîstanê re bidomînin da ku bernameya wan ya rêformê ya berfireh bicîh bînin, aşîtîya herêmî, mezinbûna aborî û girêdanê pêşve bibin, bi armanca qewînkirina serwêrî, berxwedan, dêmokrasî û serfiraziya Ermenîstanê”.







