
Li Ermenîstanê piştî serkeftina xwe di hilbijartinan de, Nîkol Paşinyan amadekarîyên danûstandinan li ser endametîya partîya xwe ya “Peymana sîvîl” di Partiya Avropayêye Gel de dike.
Tê destnîşankirin ku biryara fermî nehatîye dayîn, bername nehatîye piştrastkirin, lê Paşînyan eleqeya xwe ragîhandîye û malbata navendî ya hemavropî dibe ku endametîya xwe di “Peymana sîvîl” de di dawiya vê salê de piştrast bike.
Partîyên din yên ku dixwazin tevl Partîya Avropayêye Gel bibin “Tîsa” Macaristanê, “Hevpeymanîya Lîbêral” ya Danîyayê, “STAN” a Komara Çêxîyayê û tevgera “Avropa niha” ya desthilatdar ya Çêrnogoryayê ne, ku serokê wê Mîlojko Spacîç roja duşemê beşdarî çalakîya berfirehkirina Partîya Avropayêye Gel li Sarayêvoyê bûye.
Weşan destnîşan dike ku Paşînyan di hilbijartinên roja yekşemê de serkeftineke bi bandor bi dest xistîye, ku “bi tohmetên destwerdana Rûsyayê re” hatine lidarxistin.
Bîr bînin ku Partîya Ermenîstanêye Komarê,sala 2012 a de tevlî Partîya Avropayêye Gel bûye û statîya endam ya çevdêr wergirtîye.







