H’emû nûçeSereke

Sînorê bi Adirbêcanê re li ser sînorê dewletê ya axa Komara Ermenîstanê tê destnîşankirin:Êdvard Asryan

Li ser bingeha sînorê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de xerîta taybet heye, ku li gorî wê xebat di wî alî de tê kirin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, fermandarê hêzên Komara Ermenîstanêye çekdar  Êdvard Asryan derheqa wê yekêda li civîna bi rojnamevanan re gotîye û pirsa gelo  rewş hene ku li ser dîyarkirina sînoran nerazîbûn hebin?.

“Karê dîyarkirinêda bingehek heye û ew bingeh xerîta salê têkildar e.Fermandarîya giştî rind haj wê xerîtê heye û em li gorî pêdivîyên wê xerîtê karê xwe pêk tînin. Di nav komîsyona dîyarkirinêda nûnerekî hêzên çekdar jî heye, ku di kartografîya leşkerî de pir jêhatî ye û hemû pêdivîyên wê nexşeyê zane”.

Ewî piştrast kirîye ku ji 29 743 kîlomêtr çargoşe  axa Komara Ermenîstanê ya ku wek hatîye ragîhandin, santîmêtrek jî nayê radestkirin.

Êdvard Asryan behsa axên Komara Ermenîstanêye serwêr yên ku niha di bin kontrola Adirbêcanê de ne û di bûyerên salên  2021-2022 a de ketine bin dagirkerîya Adirbêcanê kirîye û tekez kirîye ku divê ev ax di encama dîyarkirina sînor de bên vegerandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button