Fermandarê giştî yê hêzên Ermenîstanêye çekdar îdîayên ku dibêjin çekên ku di salên dawî de hatine bidestxistin bi çekên artêşê re nayên berawirdkirin red kirîye

Fermandarê giştî yê hêzên Ermenîstanêye çekdar îdîayên hin derdorên opozîsyonê yên ku dibêjin çekên ku Ermenîstanê di salên dawî de bi dest xistine bi çekên artêşa Ermenîstanê re nayên berawirdkirin, red kirîye.
Asryan di hevpeyvîna li parlamêntê bi rojnamevanan re, derbarê îdîayên ku dibêjin çekên nû hatine kirîn bi çekên giştî yên hêzên çekdar yên Ermenîstanê re pirsgirêka wan heye, gotîye ku dema kirîna çekê nû, hemû paramêtrên wê û lihevhatina wê bi çek û alavên hêzên çekdar re têne hesibandin.
Li gorî ragîhandina «Armenpress» ê, Asryan gotîye: “Em tenê çeka nakirin. Em hemû paramêtr û pîvanan dinirxînin, gelo em dikarin wê çekê di nav çek û alavên xwe de întêgre bikin, gelo em ê karibin wê fêr bibin, gelo leşkerên me wê karibin wê bikar bînin, em ê çawa wê di pergaleke otomatîk ya hevpar de birêve bibin”.







