
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser daxuyanîyên derbarê nedayîna xercên endametîyê ji alîyê Ermenîstanê ve di çarçoveya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de û encamên wê yên gengaz axivîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan li civîna rojnamevana de, bersiva pirsa rojnamevanekî li ser gelo prosêdûrek ji bo derxistina dewleteke endam ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv heye û gelo pirseke usa dikare di derbarê Ermenîstanê de derkeve holê, gotîye: “Ez nikarim li ser Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv şirove bikim. Ez zanim ku mêxanîzmek ji bo derxistina Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv heye û ew mêxanîzm dixebite. Heger welatên endam biryarê bidin ku Ermenîstanê derxînin, em ê neçar bimînin ku wê biryarê li ber çevan bigirin. Tiştekî din ji me re tune ku em bikin”.
8 ê hezîranê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan ragîhandibû ku Ermenîstanê sala 2025 a de heqê endametîya xwe ya ji bo Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nedaye û dîyar kirîye ku Ermenîstan beşdarî çalakîyên rêxistinê nebûye. Ermenîstanê ji sibata sala 2024 a vir ve beşdarîya xwe di xebatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de rawestandîye.
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov 10 ê hezîranê ragîhandibû ku welatên endam yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv li ser îhtîmala sepandina madeya têkildar ya destûra rêxistinê ji ber nedana xercên endametîyê ji alîyê Ermenistanê ve niqaş kirine. Li gorî weşanan, ev behsa bendên ku dikarin di rewşa nebicîhanîna erkên darayî de bibin sedema sînordarkirina mafên dewleteke endam.







